NAVENDA NÛÇEYAN – Lîstikvanê futbolê yê Tirk, Merih Demiral şeva Sêşemê di lîstika futbolê (Euro 2024) bi nîşana destan silavek li rêxistina neteweperest a Ülkü Ocakları ango Gurên Boz, kir. UEFA (Yekîtiya Komeleyên Futbolê) derbarê lîstokvanê Dermiral ê ku nîşaneya nîjadperestiyê kir, lêpirsîn vekir.
UEFA’yê roja Çarşemê got ku dibe ku Demiral bi cezayê qedexeya maçê re rû bi rû bimîne: “Agahiyên berfireh ên derbarê vê mijarê de wê di dema pêş de bên ragihandin.” Kesayetiyên ji Ewropayê li ser sanal medyaya nerazîbûna xwe li ser vê anîn ziman û bang li UEFA kirin ku li dijî lîstikvan cezayê bike.
Di heman demê lîstikvanê faşîst nîşana nîjadperesti salvegera Komkujiya Sêwasê çêkir. Di tîrmeha 1993’an de li bajarê Sêwasê jî faşîstan sembola nîjadperesti çêkirin û otela ku Elewî lê diman şewitandin. Civaka Elewî ya li Ewropayê dijîn jî bang li UEFA’yê kirin: “Di salvegera Komkujiya Sêwasê de nîşandana nîjadperesti bi awayekî berbiçav be, bêrûmete mezine.”