BOLOGNA- Di berdewamiya rêze konserên ku ji bo Rêber APO li Brescia, Mîlano, Alessandria û Romayê hatin lidarxistin, li Bolonyayê jî konserek hate lidarxistin.
Qada konserê ya ku ji aliyê RETE Kurdistan, Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Îtalyayê û hunermendên Îtalyayê ve hat organîzekirin, bi alên PKK, YPJ, YPG’ê û posterên Rêber APO hate xemilandin.
Konsera ku bi beşdariya hunermendên navdar ên Îtalyayê pêk hat eleqeyek mezin kişand. Di konserê de parçeyên ji parêznameyên Rêber APO jî hatin xwendin.
Yek ji organîzatorên konserê Domenico Mucignat diyar kir ku di sala 1998’an de dema ku Rêber APO hatiye Îtalyayê yekem car bi ramanên Rêber APO re rû bi rû maye û got, “Ji wê rojê heta niha ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tavilê ez bi hemû hêza xwe hewl didim ku ramanên Rêber li cîhanê belav bikim. Abdullah Öcalan ji bo me hemûyan rêberekî felsefî û siyasî ye.”
Mucignat paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a ku Rêber APO pêşkêşî dike nirxand û got, “Konfederalîzma demokratîk rêya civakan e ku di nava aştiyê de bijîn. Em ê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe bidomînin”.
Hunermend û nivîskar Pierpaolo Copvilla got, “Ocalan mamoste ye. Ocalan ne tenê siyasetmedarek e, di heman demê de ramanwerekî mîna Antonio Gramschi ye. Fikrên ku Ocalan pêşkêşî bi heybet in. Konfederalîzma demokratîk şeklê nû yê sosyalîzmê ye, sosyalîzma serdema me jî konfederalîzma demokratîk e.”
Copvilla diyar kir ku fikrên Rêber APO pir pêşketî ne û wiha got: “Hêvîdarim Ocalan demildest azad bibe. Em Abdullah Ocalan li kêleka xwe dixwazin ji ber ku Abdullah Ocalan mirovekî rast e.”