MEXMÛR- Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 69’an di roja 352’an de didome.
Dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê koma 68’an Zîlan Yilmaz daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Em li ser navê koma 69’emîn wekî Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmurê di serî de silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Di vê pêvajoya şerê topyekûn ya ku li Kurdistanê dimeşe de, navenda berxwedanê Îmralî ye. Dewleta Tirk ya faşîst û qirker ku hêzên hegemon wekî cendermeyên pergalê li Rojhilata Navîn diyar kirin êdî nefesên xwe yên dawî distîne.
Dost û dijmin jî baş dizanin yê ku rêya çareseriyê nîşan dide Rêber Apo ye. Dewleta Tirk ya faşîst ji bo ku bikaribe desthilatdariya xwe rojekî din dirêj bike, her derfetên xwe seferber dike û bi awayekî derveyî her pivanên mirovahiyê êrişî tevgera azadiya Kurdistanê, di serî de êrişî Rêber Apo dike.
Şerê ku li Zap, Avaşîn, Metina û li Bakurê Kurdistanê gihiştî lutkeya xwe, bi ruhê fedayîtî û taktîkên demê yên gerîla, dijmin anî rewşeke wisa ku êdi çi bike jî nikare windahiyên xwe yên zêde ji raya giştî veşêre.
Rêber Apo ji ber xwezaya ciwanan ya afirêner, dînamîk û bê dûdilî ciwan wek pêşengên civakê pênase kir. Em jî weke ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi tevlîbûna xwe ya çalakiya nobeta ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî carekî din dilsozî û biryardariya xwe diyar dikin. Bêgûman di vê pêvajoya krîtîk de divê em asta tekoşîna xwe her roj bilindtir bikin, bi xwe gihandina rastiya Rêber Apo ve destê Reber Apo xurt bikin.”
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dewrî koma nû hat kirin.