REQA – Duh danê sibê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) konferansekî giştî li Reqayê lidar xist.
Konferans bi axaftina bixêrhatinê ji aliyê Eymen El-Hisên ve destpê kir. Piştre ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştî wê jî ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim ve axaftinek hate kirin. Piştre endamê Encûmana Giştî ya PYD Mihemed Nasir axivî. Konferans bi sondxwarina endamên partiyê ji Rêber Apo û şehîdên şoreşê re li ser durustbûn û dilsoziyê di kar û xebatê xwe de bi dawî bû.