NAVENDA NUÇEYAN- Ji niviskar Numan Amed, rastiya Rêber APO û biranînên bi Rêber APO re:
“Mijara ku ez herî zêde diwazim li ser bisekinim, ne nêzikatiya kadro ye. Nirxandinê ku li ser Rêbertî tê kirin e. Ev gelekî girîng e. Ji ber her kesê ku nas dike-nas nake û yên ku derdê wan ên cuda hene yanî herkes li ser Rêbertî şîroveyan dike. Elbet ev nirxandin tu carî Rêbertî îfade nakin. Pêwîste despêkê Rêbertî nas bikin, bixwînin, di cewher de fêm bikin piştra rexne û şîrove bikin. Lê bele ne bi vî rengî ye. Kesên xwedî van şîroveyan difikirin ku meydan ji wan re maye, dikevin gafleta ku xwedî giranî ne, ji bo vê jî bi armanca ortamê şilûkirinê, van nirxandina pêşdixin. Ez jî wekî şexs pêwîst dibinim ku bersivekî bidim. Ev girîng e.
Kesekî ku dixwaze Rêbertî fem bike, divê tempoya Rêbertî esas bigre.
Rûxmê ku em endama Partiya Rêber APO ne jî, em dibêjin ku ‘me hîna Rêbertî tam fem nekiriye’. Ev kes jî ji derve de dinerin ku sanki Rêbertî fêmkirin wusa hêsan e û rexne jî dikin. Ev ne rexne ye. Li hemberî Rêbertî êrîşeke. Nirxandinên hinek kesên li Awrupa, hinek kesên ku ji rêxistinê qut bûne dikin, aksiyetekî mezin e. Ji ber tu bingehekî wê yê zanistî nîne. Dema em behsa femkirina Rêbertî dikin, armanca me ne propaganda kirin e. Rastî jî ev zanînê, zanistîbûyînê dixwaze. Femkirina Rêbertî girêdayê lezbûn yanî tempo ye. Bi şêweyekî lez hizrandin, bi şêweyekî lez bersiv dîtin pêwîst dike. Kesekî ku dixwaze Rêbertî fem bike, divê tempoya Rêbertî esas bigre. Eger lez û tempoya te ne li gorî vê be, tu dikarî bibêjî ku ‘tempoya min a femkirinê giran e, ji bo vê jî ez Rêbertî fem nakim an jî dereng fem dikim’ ev jî îzaheke. Ez ji bo xwe behs bikim; Dema min navê Partiya Karkerên Kurdistan bihîst ku rêxistineke, şer dike, Serokê wê heye, navê wê Abdullah Ocalan e, jê re tê gotin Serok APO. Ev bihîstina min piştî ez tevlî bûm min dît ku çiqas dûrî rastiyê ye. Rûxmê ku beriya ez tevlî bibim welatparêz bûm û bi Rêbertî re girêdayî bûm. Ama destgirtin û femkirina min a Rêbertî ne wekî hev bû. Min texmîn nedikir ewqas barekî giran li ser pişta Rêbertî ye. Dîsa min texmîn nedikir ku Rêbertî di encama ewqas bê derfetîyê de kedekî mezin daye û gihîştiye vê rojê. Min dît ku ne wekî rêberên din e. Li her mekanî ye. Hem bi kadro re ye hem bi welatparêza re ye, hem jî li ku dere pirsgirêkên tekoşîne hebe Rêber APO li wir e. Tabî femkirina van rastiyan zehmet e. Dema mirov beşdar dibe van drastiya fem dike. Mirov dema van nebine hîskirin û femkirina Rêbertî jî gelekî zehmet dibe.
Rêbertî tiştekî pir biçuk a jiyanê jî digirt, bi îdeolojî û felsefeye ve gire dida.
Niha hem welat hem jî li derveyî welat ji bo Rêbertî pêngavek di meriyete de ye. Kêleka vê yeke femkirina tecrida li ser Rêbertî jî serê xwe mijarekî cuda ku divê mirov pê hîs bike ye. Rastiya Rêbertî tene ji beden pêk nayê. Rastiya Rêbertî fikir e, paradigma ye, pêkanîn e. Eger bê pirsin ‘tişta ku di Rêbertî de herî zêde bala te kişand çi bû?’ Ezê bejim ku tişta herÎ balkeş Rêbertî rastîya xwe bi xwe çêdike. Pir meze nake ku wê çawa bê dîtin, rastî çi be wê çêdike. Ya din jî mesela ji bo ku tu rêberekî, tevgerekî, rêxitinekÎ nas bikî, tu 2-3 pirtuka bixwînî tuyê fem bikî. Lê bele xwandina Rêbertî û dîtina Rêbertî pir cuda ye. Rêbertî tiştekî pir biçuk a jiyanê jî digirt, bi îdeolojî û felsefeye ve gire dida û wusa nirxandin dikir. Ji bo vê Rêbertî rastiya xwe çêdike û tu nikarî wê tenê ji pirtuka fem bikî. Şêwazê Rêbertî yê pirsgirêka çareserkirinê jî teqez bû. Mesela teoriyên heyî hewil didin rastiyê biafirînin. Jiber vê yeke jÎ ev bi sedan sale nagihîjin ancamê. Serokatî terse wê di kêrliyê de ji rastiya jiyanê teori diafirand. Dîsa Serokatî pir xweş hêvî ava dike. Belkî îro herkes vê peyvê bilêv dike ama dema ku Rêbertî behsa hêviyê dikir, qet hêvî nînbû. Pêvajoyekî ku giştÎ cîhanê de hêvî nemabû, Rêbertî dibêje ‘hêvî ji serkeftinê binirxtire.’
Rêbertî dibêje ‘derveyî 4 seetê ku ez xew dikim hemû seetên min aîdê civakê ye.’
Gelek hevala Rêbertî dîtiye û behsa bîranînên xwe kirine. Te çawa xwastibe bibînî tu wusa dibînî. Mesela wê deme li ser Rêbertî gelek gotin derdixistin. Digotin dîktator e an jî gotinên cuda digotin. Tabî ez jî beriya biçim gel Rêbertî min herî zêde zanebûna wê meraq dikir. Me pirtukê Rêbertî dixwand û me didît çiqas mijarên berfireh, kûr û heman deme de vegotinekî sistematik e. Min didot ‘Rêbertî çawa van pirtûka çêdike, çawa ewqas tişta dizane, çawa ewqas demdirêj dikare biaxive?’ Dema ez çûm saha Rêbertî despêkê min Akademiya Mahsum Korkmaz dît. Di roja me ya îro de em pir li ser ‘pêwîste komîn çawa be?’ nîqaş dikin. Belkî navê wê Akademiyê ne komîn bû lê Rêbertî li wir komînek avakiribû. Belkî ne li ser welatê me bû, ama tiştê Rêbertî ji bo giştî welatê me xeyal dikir, li wir ava kiribû. Rêbertî dibêje ‘derveyî 4 seetê ku ez xew dikim hemû seetên min aîdê civakê ye.’ Ev gotina Rêbertî di akademiye de herî berçav xuya dikir. Dema em çûn akademiye despêkê min xwast ez pirtûkxaneyê bibinim. Ez beyî ku bicîh bibim çûm pirtûkxaneyê. Pirtûkxane gelekî mezin bû û hevalêk berpirsiyarê pirtûkxanê bû. Ez di nav de geriyam, min digot kesîn Rêbertî ev pirtûkana hemû xwandine. Ji ber min zanebûn wusa digirt dest. Min gelek pirtûk xistin hembêza xwe û ez çûm bicîh bûm. Tabî bala hevala jî kişandibû, digotin ‘tê çawa di nava ewqas dersa de van pirtûka hemûyan bixwînî?’ Tam jî di wan deman de rojnemevanek hat gel Rêbertî û jê pirs kir ‘ tu pir pirtûka dixwînî ne wusa?’ Seroktî wusa bersiv da:
‘ min berê pir dixwand. Min pirtûk mêze kirin min dît ku tiştê ku pirtûk jî behsa wan dike, tiştê ku ez pê difikirim, pirsgirêkê ku ez pê re mijûl dibim dema min ev fem kir ayni ye min êdî zêde nexwand.’
Dema Rêbertî wusa got min ji xwe pirs kir ‘tiştê ku ez pê re mijûl dibim çiye? Armancê min çiye, çiqas sade ye, min çiqas pirgirêkên armanca xwe fem kiriye û ez çiqas bi armancê xwe ve girêdayê me?’ Di saha Rêbertî de beriya ku ez derse Serok bibinim, dahûrandinên Serok guhdar bikim, dersa yekemîn ku min dît ev yek bû. Pirtûk gerek bi rastiyê ve girêdayî bin. Ger te rastî fem nekiribe, pirsgirêkên rastiyê te nedîtibe, pirtûkê ku tu bixwînî jî vala ye. Mesela di rojekî di destê Rêbertî de pirtûkek hebû. Pirtûka Sun Tzu ya binavê Hûnera Şer. Min ew pirtûk berî jî xwendibû. Tabî, destgirtina Rêbertî û ya me çiqas cuda ye min dît. Mesele ji ber em di nava şerekî de bûn, me kêmasiyên taktîk jiyan dikir, ji bo vê me ew pirtuk dixwend. Em pir zêde danediketin ziravîyê wê. Ama Rêbertî li ser hemû ziraviyê wê lêhûrbûn dikir, jiyanî difikirî û dixist jiyanê. Ya me pir durî vê yeke bû.”