NAVENDA NEUÇEYAN- Di 10’ê Tirmehê, roja çarşemê, Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya 5’êmîn li dar dixe. Kongre bi bi şîara ”Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” were li dar xistin.
Yekîtiya Jinên Ciwan, herî dawî kongreya xwe 2020’an de li darxistibû. Di van çar salan de gelek kar û xebatên giring û dîrokî hatin meşandin. Xebatên perwerde, çalakî, zanyarî, jineolojî, siyasî, werzîşî û çandî û hwd. ji aliyê ekîtiya Jinên ciwan de tê meşandin.
Ev demekê ji bo hazirtiya Kongre li hemû qadan civîn hatibûn li dar xistin. Di civina de mijarê sereke; avakirina Konfedralîzma Demokratîk bû. Li ser vê esasî jinên ciwan di gelek bajar, gund û kantonan de meclîsên xwe diyarkirin. Gelek xebatên giring ji bo danasîna paradigmaya Rêber APO hatin meşandin. Yek ji hedefên vê kongre jî ewê ku jinên ciwan rêxistinbûna xwe bighînin astekê konfederal, li ser asta giştî Sûrî de. Bi avakirina konfedralîzma jinên cihanê jinên ciwan rolekê bingehîn dileyzin.
Xebatên ku di çar salên dawî de hatin meşandin, guhertinên pêwist di şewazê rêxistinkirinê de di kongrê de werin niqaşkirin.
Kongre wê 10’ê Tirmehê, roja çarşemê li bajarê Hesekê di seatê 10’an de were li darxistin.