DIRBÊSÎ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dirbêsiyê bi dirûşmeya “Ciwanên bê madeyên hişber pêşengên pêşerojê ne” li salona Navenda Çand û Hunerê ya bajêr komxebatekî li dar xistin.
Komxebat bi amadebûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, nûnerên partiyên Kurdistanî, endamên sazî, encûmena rêveberiya xweseriya demokratîk û hêzên ewlekariya navxweyî ya bajêr hat li darxistin.
Di komxebatê de derbarê bandora madeyên hişber li ser ciwan û civakê, metirsiyên wê di warê tenduristiya de, çawaniya danasîna madeyên hişber li herêmê û çawa ceza werin dayîn hat nîqaşkirin.