Baroya Parîs’ê tecrîda Îmraliyê şermezar kir

Baroya Parîsê nameya protestoyî ji Wezareya Edaletê ya Tirk re şand û astengkirina mafê parastinê ya Rêber APO û girtiyên din ên li Îmraliyê şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN- Baroya Parîsê têkîldarî astengkirina mafên parastinê yên Rêber APOû girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên girtin, daxuyaniyekî nivîskî weşand.

Baroyê diyar kir ku wan di 25’ê Hezîranê de ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Rezan Sarica qebûl kirine û wiha gotin: “Baroya Parîsê ku ji aliyê alîkarê serokê berê Vîncent Nîore ve tê temsîlkirin, di 25’ê Hezîrana 2024’an de bi amedebûna hempîşeyên me Françoîs Devedjian û Davîd Andîc, hempîşeyê me parêzer Rezan Sarica qebûl kir.

JI WEZARETA EDALETÊ YA TIRK RE NAMEYA PROTESTOYÎ HAT ŞANDIN

Serdana dawî ya parêzerên Rêber APO di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat.

Nivîsa Pêş