NAVENDA NÛÇEYAN – Di 10’ê Tirmehê, roja çarşemê de Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta bakûr û rojhilatê sûriyê kongreya xwe ya 5’êmîn li dar dixe. Bi bi silogana ”Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” kongre were li dar xistin.
Ev çar sal li ser kongreya 4’êmîn a Yekîtiya Jinên Ciwan derbas bûn. Di van çar salan de gelek kar û xebat hatin meşandin. Xebatên perwerde, çalakî, zanyarî, jineolojî, siyasî û hwd. di bin navê Yekîtiya Jinên ciwan de tê meşandin.
Ev demekê ji bo hazirtiya Kongre li hemû qadan civîn hatibûn li dar xistin. Di civina de mijarê serekê Konfedralîzma Demokratîk bû. Li ser vê esasî jinên ciwan di gelek bajar, gund û kantonan de meclîsên xwe diyarkirin. Gelek xebatên giring ji bo danasîna paradigmaya Rêber APO hatin meşandin. Yek ji hedefên vê kongre jî ewê ku jinên ciwan rêxistinbûna xwe bighînin astekê konfederal, li ser asta giştî Sûrî. Bi vê yekê jî em dikarin azadiya fizîkî ya Rêber APO pêk bînin. Bi avakirina konfedralîzma jin a cihanê. Di vir de jinên ciwan rolekê bingehîn dileyzin.
Xebatên ku di çar salên dawî de hatin meşandin, guhertinên pêwist di şewazê rêxistinkirinê de di kongrê de werin niqaşkirin.
Kongre we 10’ê Tirmehê, roja çarşemê li bajarê Hesekê di seatê 10’an de were li darxistin.