ŞENGAL- Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê di navbera 20-25’ê Hezîranê de kampa perwerdeyê li ser zanista Jineoloji hate lidarxistin . Perwerde bi armanca kûrkirina rihê rêhevaltî û jiyana komunal hate rêxistin kirin.
Yekitiya Jinên Ciwan Şengalê di serî de girîngiya perwerdê ji bo jinên ciwan ên Êzidî yên ku êrîşên moderniteya kapitalist re rû bi rû dimînin destnîşan kir. Di kampa perwerdehî de taybet rolê şehîdan di tekoşîna azadiyêde hate bibîrxistin.
Jinên ciwan di derbarê kampê de wiha gotin: “Her ku zanebûna me zêde bibe, em ê ewqasî karibin têkoşîna şehîdên xwe mezin bikin.”
Şerê taybet ê ku bi awayekî dijwar tê meşandin û dixwaze îradeya jinên ciwan bişkîne, hêza wan lewaz bike û wan ji jiyanê dûr bixe, destnîşan kirin ku ewê Li dijî wan rexistinbûna xwe xurttir bikin û ji bo karibin civaka xwe azad bikin xwe di zanebûna ramana Rêbertî de kûrtir bikin.