STRASBOURG- Endamên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Tekoşer) û jinên ciwan ên enternasyonalîst ên duh êvarê li Strasboûrgê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” hatin cem hev, piştî çalakiya bi navê “Rêwîtiya Azadiyê” ji ajansa me re axivîn.
Weke jinên Kurd em dengê xwe li her derê belav bikin
Roj Azad diyar kir ku ew weke jinên ciwan ên Kurd û Enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatin gel hev û wiha got: “Em dixwazin azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were. Me çalakiya xwe bi heyecan, coş û kelecaneke mezin derbas kir û em ê bidomînin. Jinên ku me nas nedikirin heyecan û motîvasyona me ya bilind dîtin û beşdarî çalakiya me bûn. Ew gelek kêfxweş bûn, û em jî bi hatina wan gelek kêfxweş bûn,”
Roj Azad “Em ê azadiya xwe ji nû ve bi dest bixin. Weke jinên Kurd em dengê xwe li her derê belav bikin. Em hewl didin dengê xwe li her derê Ewropayê bidin bihîstin; Em azadiya fîzîkî ya Rêber APO dixwazin. Em azadiya jinê dixwazin. Em azadiya Kurdistanê dixwazin” Roj Azad dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” dawî li axaftina xwe anî.
Paradîgmaya Rêber APO wê hemû civakan azad bike
Endama Tevgera Jinên Ciwan a Enternasyonalist ya Torîno ya Îtalyayê Viola jî wiha got: “Em ji bo çalakiyên girîng li Strasboûrgê ne. Çalakiya me wê çar rojan bidome. Îro em li navenda bajêr meşiyan û beziyan. Em bi jinên ciwan re bi hev re ne.” Viola got, “Em tijî enerjî û hêz in” û got,” Em li vederê van çalakiyan ji bo kampaniya ”Ji Abdullah Öcalan re azadî, ji pirsgirekê Kurd re çareserî” dikin”
Endama Tevgera Jinên Ciwan Viola berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em jinên ciwan ên enternasyonalîst jî li vir in, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku paradîgmaya Rêber APO wê hemû civakan azad bike. Pêşeng dîtina jinên ciwan rêya guhertina civakê ye” û axaftina xwe bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” bi dawî kir.
Werin em hêz û îradeya xwe nîşan bidin
Yek ji jinên ciwan ên enternasyonalîst Îyar jî wiha got: “Em li vir çalakiya 4 rojan li dar dixin. Gelek hevalên me beşdarî vê çalakiyê bûn. Bi vê çalakiyê em banga azadiya fîzîkî ji bo Rêber APO dikin.” Îyar got, “Di heman demê de em dixwazin zextê li saziyên serbixwe yên li Ewropayê jî bikin” û got, “Niha ev sazî ji ber ku li dijî tecrîd û îşkenceya 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, îxanetê li fikrên xwe yên demokrasiyê dikin.”
Îyar axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Bi ruhê jinên ciwan em hêz û îradeya xwe ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO nîşanî hemû cîhanê bidin.”