NAVENDA NÛÇEYAN
Li dijî berdewambûna dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê, gelek rêxistin û saziyên mafê mirovan dest bi kampanyayekê kirin. Di kampanyayê de bang li hêzên navneteweyî û herêmî hate kirin ku beriya dewleta Tirk dagîrkeriya xwe ya di axa Iraqê de berfireh bike û bigihijîne Kerkûkê, dagîrkeriya Tirkiyeyê rawestînin.
Gelek rêxistin û saziyên mafê mirovan li dijî dagirkerî û êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bi sernavê ‘Bangekeke hiqûqî ya niştimanî ji bo rawestandina dubarekirina dagîrkeriya Tirkiyeyê li ser Iraqê û binpêkirin û tawanên wê yên dagîrkerane’ kampanyayekê dan destpêkirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bangekeke hiqûqî ya niştimanî ji bo rawestandina dubarekirina dagîrkeriya Tirkiyeyê li ser Iraqê û binpêkirin û tawanên wê yên dagîrkerane;
Ji bo: Gelê Iraqê, hikûmeta Iraqê, parlamanetoya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û tevahiya cîhanê
Ev demeke ku dewleta Tirkiyeyê bi êrişên leşkerî û bikaranîna çekên giran û yên qedexekirî Federaliya Kurdistanê ya li Komara Iraqê armanc dike. Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirkiyeyê kûrahiyeke metirsîdar dagîr kir û baregehên leşkerî ku hejmara wan 70 baregehên mezin derbas dike û bi dehan nuqteyên herdemî û demkî, ava kirine. Her wiha di demekê de ku dewleta Tirkiyeyê hêzên xwe li wir zêde kirine de, êrişên din li ser herêma Dihokê û Zaxoyê pêk anîn. Di encamê de, 8 baregehên leşkerî yên nû ava kirine û zêdeyî 300 panzêrên leşkerî û hezar leşkerên Tirk tê de bi cih kirine. Dewleta Tirkiyeyê bi vê yekê, li pêşiya hemû qanûnên navdewletî disekine û bi dehan welatiyên gund û bajarokên wê herêmê yên Kurdî û Xiristiyanî koçber kirin, ku êdî bi rêya xalên çavdêriyê û bendên leşkerî li ser rêyên sereke li wê deverê kontrolê li tevgera hemwelatiyên Iraqî û niştecihan dike.
Plana hikûmeta Tirkiyeyê û kiryarên wê bi îdîayên wê yên ji bo şopandina hêzên PKK’yê nakoke. Lê belê stratejiyeke zelale, ji bo dagîrkirina axa Iraqê ye. Wekî ku çawa li Sûriyeyê kir û Efrîn dagîr kir û baregehên xwe li wir ava kirin.
Em hemû ji rêxistin, kesayet û tevahiya tevgerên hiqûqî û sivîl ên niştimanî bang li gelê Iraqê û tevahiya hêzên sivîl dikin ku li pêşiya vê dagîrkeriya Tirkiyeyê ya li ser Iraqê bisekinin, ku Tirkiye rêzê ji serweriya welat re nagire û jiyana xelkê, maf û azadiya wan li welatê wan binpê dike. Her wiha, dozên çewisandina Tirkiyeyê ji gelê Kurd re sedema sereke ya eşkere ya binpêkirina serweriya axa Iraqê ye û armanckirina federaliya Kurdistanê û gelê wê ye çi li Iraqê çi jî li Sûriyeyê. Ev binpêkirin heta niha berdewam dikin, bê ku li pêşiya wê were sekinandin.
Ji bo vê yekê jî, bila dengê gotina maf bilind bibe û hewldanên bi cihanîna mafên mirovan û parastina wan û bi cihanîna daxwazên wan ên hiqûqî ku ji rawestandina tawanên tang û balafiran destpê dike, bi ser bikeve. Her wiha bila dengê banga destpêkê ji gelê Iraqê re be, da ku rabe û bi awayekî hêz parastina mafê xwe di ewlekarî û aştiya li ser axa xwe de, bike.
Her wiha, em bang li hêzên navdewletî yên bi parastina ewlekarî û aşitî yên navdewletî re têkildare dikin ku beriya dagîrkeriya xwe ji axa Iraqê re berfireh bike û bigihêje Kerkûkê, dagîrkeriya Tirkiyeyê rawestîne. Dewleta Tirkiyeyê jî hewl dide vê yekê pêk bîne, ji ber ku wekî xewna xwe ya tevlîkirina tevahiya parêzgeha Mûsilê ye ku Kurdistanê, Nînowa û Kerkûkê, digire nava xwe, dibîne.
Em bi navê kesên ku li ser vê banga bi naveroka xwe ya hiqûqî û niştimanî îmze kirine, bang dikin ku hêza gelê me bibe yek da ku bingeha tiştên em bikin amade bibe ku tiştên ku pêk werin jî ev in:
1- Yekbûna îradeya hêzên hiqûqî û sivîl û tevahiya aliyên civakî yên têkildar, derbarê peydakirina ewlehî û aştiyê li deverên dagîrkirî û yên ku di bin gefa dagîrkirinê dene û ragihandina dengê wê da ku hirmeta serdestiyê li ser bê ferzkirin û binpêkirin lê çênebin.
2- Bicihkirina xîtabeke komî ya hevbeş da ku rêveberiya fermî giliyê xwe li gel sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî bike.
3- Gihandina dengê gel li dijî desthildariya Tirkiyeyê re, piştî ku destekdayîna navdewletî were girtin û bi vê yekê re jî derfeta zextê wê çêbibe.
4- Karkirina li ser betalkirina peymanên ku dihêle hêzên Tirkiyeyê derbasî axa Iraqê bibin bi çi awayî dibe an jî bi çi hincetê.
5- Banga ji bo vekişandina yekser ji hemû axa Iraqê di çarçoveya daxwaza bidawîbûna hebûna leşkerî ya hemû hêzên biyanî li Iraqê.
6- Her wiha, gihandina dengê xwe ji hemû rêxistinên herêmî re di nav de Komkara Erebî da ku bi gelê Iraqê û federaliya wê û serweriya dewleta wê û aşitiya axa wê re, bisekine.
7- Pêkanîna hizira tezmînkirina welatiyan li ser zirarên ku bi erd û mal û mikên wan hatiye.
Em piştrast dikin ku emê li ser daxwazên xwe israr bin. Ji ber daxwazên hiqûqî yên dayîm ên gelê Iraqê bi hemû neteweyên xwe ve ku di nava sîstemeke federal de dijî, divê bibe alaveke sereke ji bo jiyana ewle û aştî.
Rêxistinên ku li ser îmze kirine wiha ne:
-Foruma Iraqî a Mafên Mirovan li Iraqê
-Rêxistina Omerek a Mafên Mirovan
-Çavdêriya Sumeran a Mafên Mirovan – Hollanda
-Navenda Kanadayî-Iraqî a Mafên Mirovan/Kanada
-Komeleya El-Rafîdeyn a Mafên Mirovan li Iraqê
-Komeleya Hemwelatîbûn a Mafên Mirovan li Iraqê
-Komeleya Iraqî ya Mafên Mirovan li Emerîkayê
-Komeleya Karbesan a Iraqê
-Komîteya Parastina Mafên Mirovan/Awustralya
-Parlamentoya Iraqê ya Çandî li diyasporayê
-Navenda Gilgamêş a Lêgerîn û Lêkolînên Kurdî
-Kombûna Ereban a Piştgiriya Doza Kurdî
-Enstîtuya Kurdî ya Lêgerîn û Lêkolînan li Hollandayê
-Komîteya Parastina Ol û Mezheban li Iraqê
Kesên îmze avêtin:
-Dr. Xeleb Al-Anî, çalakvanê mafên mirovan / Almanya
-Dr. Tayseer Abdul-Cebbar Al-Alusi, akademîsyen, çalakvanê mafên sivîl / Hollanda
-Saad Kazem, Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Kanadayê li Iraq / Kanada
-Elî Husên Ebûd çalakvanê mafên mirovan/Serokê Komeleya Mafên Mirovan a El-Rafîdeyn li Iraqê ye.
-Halim Al-Asam, çalakvanê mafên mirovan / Komeleya Mafên Mirovan El-Rafidein li Iraqê
-Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Iraqê li Amerîkayê Hamid Murad
-Profesor Mihemed Hesen El-Selamî, hiqûqnas û çalakvanê mafên mirovan.
-Mehdî El-Îsa, Serokê Komeleya Penaberan a Iraqê
-Dr. Ehmed El-Rûbayî, pizîşkê pispor û çalakvanê mafên mirovan.
-Profesor dadger Zuhair Kazem Abboud, dadwerê teqawîtbûyî / Swêd
-Hasîb Şêxanî, hiqûqnas / Kurdistan
-Dr. Sadiq Atemesh, mamostayê xanenişînî yê zanîngehê / Almanya
-Dr. Hassan Halbous, doktorê pisporê çalakvanê sivîl / Almanya
-Dr. Sarbast Nabî, mamosteyê zanîngehê / Kurdistan
-Dr. Munira Amed, Navenda Lêkolîn û Lêkolînên Kurdî ya Gilgamêş / Îngilîstan
-Dr. Saman Şalî, lêkolînerê akademîsyen û siyasî / Amerîka
-Suheyl El-Zehawî, nivîskar / Norwêc
-Xanim Newal Nacî Yûsif, çalakvana sivîl û endama Navenda Kenedî ya Mafên Mirov li Iraqê
-Xanim Mecîde El-Cibûrî, çalakvana sivîl û endama Navenda Kenedî ya Mafên Mirov li Iraqê
-Dr. Madih El-Sadiq, çalakvana sivîl û endamê Navenda Mafên Mirovan a Kanadayê li Iraqê
-Xanim Mayken Adam, çalakvana mafên mirovan / Dewletên Yekbûyî”