NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîşên artêşa dagirker ên di rojên dawî de zêde bûne, ne tenê qadên gerîla tevahiya Başûrê Kurdistanê hedef dike.
Ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker gundên Dergelê, Bazê û Mîska ên herêma Metînayê şewitîn û niha agir bi gundên Mijê, Kevne Mijê û Spîndarê yên li berpalên Çiyayê Garê ket.
Di encama bombebarana hêzên artêşa Tirk a li Girê Amediyê bi cih bûne de ku di saetên sibehê de pêk hatin, şewat derket. Şewata ku tevahiya rojê dewam kir belavî gund, bax û bexçeyan bû.
Xelkê herêmê ku dixwazin belavbûna şewatê asteng bikin, ji aliyê rayedarên PDK’ê ve tên astengkirin û nayê hiştin ku mudaxeleyî şewatê bikin.