PARÎS – Di çlîstoka futbolê ya bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de, ciwanên Kurdistanê li Taxa Villiers-Le-Bel a Parîsê hatin cem hev.
Beriya destpêkirina lîstoka futbolê, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Da zanîn ku armanca çalakiyên ciwanan têkbirina polîtîkayên şerê taybet ên dewletên Ewropayê yên li dijî ciwanên Kurd û pêşxistina çalakiyên werzîşê ye.
Li ser girîngiya birêxistinkirina aktiviteyên bi vî rengî hatin balkişandin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO” hatin berzkirin.