ŞEHBA – Duh danê êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrînê li navçeya Ehdas a Şehbayê sinevizyonek derbarê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji gel re da temaşe kirin.
Beriya sînevîzyon were temaşe kirin endamê Ciwanên Şoreşger Fuat Hesen axivî û qala tevlîheviyê heyî di hindurê Efrînê de. Her wiha, da diyar kirin ku vegera gelê Efrînê li bajarê xwe bi pêşengtiya HRE wê mîsoger bibe. Piştî ku sînevîzyon hat temaşe kirin, çalakî bi berzkirina silogana “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.