BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Geverê;
🔸 Di 30’ê Hezîranê û 2’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li herêmên cuda yên herêma Geverê çalakiyên berfireh li dar xist. Ev çalakî ji aliyê hêzên me ve hatin pûçkirin û dagirkeran ti encam bi dest nexistin. Artêşa Tirk a dagirker agahiyê dide ku li herêma Geverê di van çalakiyan de 3 gerîlla bi saxî dîl hatine girtin û gerîlayek jî şehîd bûye. Tişta ku artêşa Tirk a dagirker diyar kir bi tevahî derew e;
2. Herêma Zab a Rojava Şehîd Delîl;
🔸 5’ê Tîrmehê saet 19:16’an de maşîna zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya dagirkeran a li herêma Berxwedana Sergelê bû hedef û bi çekên giran hate gulebarankirin. Di vê çalakiyê de maşîna zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate rûxandin û 3 kesên di nava wesayîtê de bûn hatin cezakirin.
Di heman demê de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Amediyê bi çekên giran û taktîkên sûîqestê bûn hedef û gulebaran kirin. Di van çalakiyan de 1 dagirker hate cezakirin.
🔸 Şeva 5’ê Tîrmehê hêzên me mudaxele li helîkopterên ku dixwestin li Girê Bahar dakevin. Di encama mudaxeleya hêzên me de 1 helîkoptera Skorsky bi giranî hate derbkirin û neçar ma bizivire.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
🔸 Di 3, 4 û 5ê Tîrmehê de, herêmên Lolan û Kendekola yên ser bi Bi tevahî 11 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
🔸Di 5 û 6ê Tîrmehê de herêmên Xakurkê, Metîna, Şehîd Delîl Batî Zap ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.
6 Tîrmeh 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê