NAVENDA NUÇEYAN- Ji niviskar Numan Amed, rastiya Rêber APO û biranînên bi Rêber APO re:
“Mesela li çiya em û hevalên jin wekî hev diketin mutfaqê. Ama di qada Rêbertî de hevalên jin nediketin mitfaqê. An jî mesela cîhê me hevalên xort qawîşê normal bûn ama hevalê jin li jorî cîhê ku Rêbertî lê dima bû. Me ev yek wusa fêm dikir ‘hevalên jin taca serê min e’ Rêbertî girîngiyekî cuda dida jinê. Em pir bandor dibûn û evana hemû dibûn pîvan ji bo me. Tiştê ku me de li çiya di tekîliyan wekî pîvan qebûl kiribû, me dît ku hîç ne wusa ye. Rûxê ku Serokek e, Partiyekî û şerekî mezin rêvedibe li kelek giraniya wê qadekî pir rehet bû. Rehetiya qada Serokatî ji çiya bêhtir bû. Min wê demê fem kir ku pîvanên li çiya me ji xwe re çêkirine û pir zêde ne girêdayê rastiya Rêbertî yê, bêhtir hurmetekî malbati ye.
Rêbertî zanistî nêznebûyîna me û xwe tepisandina me re wekî çareserî digot ‘polîtîk seksualîte’.
Rojekî dersa me li ser ‘pirsgirêka malbat û tekîliyên jin û zilam bû’ Serokatî hat dahûrandin kir. Behsa flört kir. Em jî pir ecêp man. Me got gelo Serokatî çima behsa tiştekî wusa dike. Ji ber tekîliyên me û yê bi hevalê jin re ji tekîliya eskertî derbas nedibû. Em wekî mûrîd nêz dibûn. Rêbertî gotibû li ser flört niqaş bikin. Em jî ji ber pir bitirs nêzdibûn me hiç nÎqaş nekir. Piştî demekî Serokatî hat û pirs kir ‘encama florta we çiye, we çi nîqaş kir?’ Me kesî bersiv neda ji ber em neketine nav nîqaşekî wusa. Wê deme Rêbertî ji me re vegotinekî dirêj kir. Flort têgînekÎ çandî ye, ji gul yanî ji çîçek tê. Tê wateya nîqaş kirin. Tiştê ku Rêbertî xwastiye ji me re bêje jî, aslinda di nav xwe de nîqaş bikin, hûn jinekî çawa dixwazin, jin zilamekî çawa dixwaze, vê nîqaş bikin. Rêbertî di van mijara de pir lez bû û zanistî nêz dibû. Rêbertî digot di vê mijarê de xwe derbas bikin. Min teqlid nekin ama zanistî nêz bibin. Naha belkî nêzikatiya me ne wekî bere ye ama hîna jî tê de şaşitî heye. Mesela hevalê jin me rexne dikin ji ber ku em pirsgirêkê aîdê xwe nabînin, yekalî digrin dest. Rêbertî jî ev pir rexne dikir. Tabî di vê mijarê de em hinekî ji xwe razî bûn. Belkî wê deme têgîna ‘hevjiyana azad’ hîn pêşneketibû ama Serokatî ev jiyan dikir û ji me re jî dahûrandina vê dikir, bi eskertî ve, bi siyasete ve, bi dîplimasî ve gire dida. Rêbertî zanistî nêznebûyîna me û xwe tepisandina me re wekî çareserî digot ‘polîtîk seksualîte’. Yanî ‘cînseltîya polîtîk’ Rêbertî pir li ser vê xalê disekinî.
Di berê de Serokatî heqîqetê di dîrokê de dibîne
Dîsa nêzîkatiya Serok ji dîrokê re jî bala mirov dikşand. Mesela Rêbertî cîhên dîrokî pir digeriya. Diçû Palmîra, camî û kîlîseyên kevin, kaleyan digeriya. Ne tene Rêbertî hûrmet nişanî dîrokê dide ji bo vê digere. Ama te ji kûr ve mêze kiriba, te yê dîtiba ku ya Serokatî lêgerîneke. Ruxmê ku pir cîh nîn bû Serokatî bigere ama dîsa jî pir bi heyran nêz dibû. Di berê de Serokatî heqîqetê di dîrokê de dibîne. Mesela rojekî Heval Fuat û Serokatî diçin Palmîrayê. Ber dere Palmîrayê jinekî ixtiyar û feqir rûniştiye. Ew ji Ereb e, hin tişta dibêje Serokatî meraq dike kaç çi dibêje. Tercume dikin ku jin dibêje: ‘Ev Palmîra eserekî mezin e û ji bo Zenûbya hatiye çêkirin. Yanî ev qimet hemû ji bo jinekî ye. Ez jî jinekim û naha cîhê min ber derî ye.’ Serokatî pir bandor dibe û li ser dîrokê û naha tehlîlên pir girîng pêşdixe.
Serokatî her hesreta rihê heval Egîd de jiyan dikir
Serokatî her tim dixwast ku em dema çûn gel wê, jê re behsa serkeftinê xwe bikin, ne behsa zorlemebûn û xitimandinê xwe bikin. Rojekî hinek dost hatibûn em hemû li ser xwarinê runiştibûn. Pêvajoya şerê Zapê bû hin heval ji wir hatibûn. Serokatî li wan hevala meze kir û got: “Em îro çûn Palmîra. Li wir korîdorekî fireh heye. Dibêjin qral li wir disekine, mile wê yê rastê jin dikevin rêzê di destê wan de tas û di tasika de jî gul hene. Milê wê yê çepê jî fermandarê qral hene. Her carê fermandarek derdikeve xwe dide nasîn û dibêje ‘qralêmin, ez xwedî vê serkeftinê me’ Ew fermandar dora qral dizivire diçe mile wê yê rastê û ew jin wan gula li ser serê fermandar de direşîne.” Li me meze kir û berdewam kir “Min jî dixwast ez we wusa pêşwazî bikim ama ez we mêze dikim gelo hûn fermandarê kîjan pirsgirêkê ne, ne yê serkeftinê ne.” Serokatî her hesreta rihê heval Egîd de jiyan dikir. Wê yekî wekî heval Egîd were, bibêje ‘Serokêmin ez fermandarê filan serkeftinê me’ Bendewariya Rêbertî her ew bû. Dixwast bi me re serkeftin, plan û taktîkên mezin nîqaş bike. Ama digot ‘ez pense ji deve we peyva derdixim.’ Taybetmendiyekî wê hebû kesên derdor çiqas pirs jê kiriba Rêbertî ewqas bicoş dibû û her vedibû. Dixwast em jî wusa rehet bin û nîqaş bikin. Me behsa hêvî avakirina Serok kiribû. Mesela pir kes dikare behsa pirsgirêk û kêmasiyên şoreşê bike, di mlê teorik û îdeolojîk de berfireh veke. Ama kêleka vê ger hêvî lewaz be ev pir tiştî îfade nake û ava nake.