HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê bajarê Helebê sinevîzyonekî li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê 1982’an li Girtîgeha Amedê pêşkêş kirin. Berxwedana 14’ê Tîrmeha bi pêşengtiya Mehmed Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bû bersiv li hemberî polîtîkayên îşkence yên ji bo tunekirina îrade û jiyana bi rûmet bûn.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû bingehê ji bo bilindkirina tekoşîna li dijî faşîzma Tirk û dest pê kirina pengava 15’ê Tebaxê.