ŞENGAL- Îro Yekîtîya Jinên Ciwanên Şengalê di çarçoveya kampanya TAJÊ ya ‘li dijî qirkirina jinê bibe dengê xwe parastinê’ civînekê lidarxist. Nêzîkî 40 jinên ciwanên ji Şengal û gundên derdorê li meclisa Digure kom bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehidên tekoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre, semînerekê ser girîngiya xweparastin ji bo jinên ciwanên Êzîdî hate dayin û mafe axaftinê beşdarwana re hate dayîn.
Helwa Feqîr, jinekê ciwan ku tevlî civînê bû, axivî û got : “Rûxmî deh sale ser fermanê derbas bû ferman hîn jî xilas nebûye û bi rêya şerê taybet awayekî dijwar tê meşandin. Ji bo wê beramber êrîşên me ji xwebûna me dûrdixe wek jinên ciwanên Êzîdî vegera koka qedîm ya jina Êzidî girîng e.” Balkişand ser xwe parastinê de rola xwe û dîroka xwe naskirinê.