NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Jina Ciwan a Welatparêz ku her du mehan carekê bi Kurdî û Tirkî ji bo jinên ciwan ên Bakur û Tirkiyeyê tê weşandin, hejmara Tîrmeh-Tebaxê derket.
Kovara ku bi şîara “Bi xweparastinê re rêxistinbûn, bi ruhê pêngavê heta zaferê” tê weşandin, gelek mijarên girîng ên jinên ciwan hatine nivîsandin.
Kovara bi mijara xweparastinê pêwîstiyên pêvajoyê û ruhê berxwedan û serkeftinê cih digire.
Kovara Jina Ciwan a Welatparêz bi nêrîna jinên ciwan pêvajoyê ronî dike û bi nivîsên xwe yên dosyayê yên curbecur jinên ciwan dide fikrandin.
Di beşa portreyê de li ser jiyana têkoşer a fermandarê xweparastinê Şehîd Mîhraban Saran, di beşa Îdeolojiyê de jî nivîsa Zîn Meletî cih digire.
Kovara Jina Ciwan a Welatparêz ku Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet vedihewîne, wê bi hejmarên xwe yên nû bi we re be.
Hûn dikarin li ser navnîşanên jêrîn xwe bigihînin kovarê:
t.me/yurtsevergenckadin
t.me/jinenciwanturk
PDF: