NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera xwe weşand, diyar kir ku 2’ê Tîrmehê saet di 06.30’an de serê sibê li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ji aliyê Milîsên HBDH’ê Şefîk Esen ve li dijî şert û mercên îşkenceyê yên li girtîgehan û tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO tê meşand êrîş li kargeha sawê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama çalakiyê de kargeh bi temamî şewitiye û bi milyonan lîre zirara madî çêbûye. HBDH di daxuyaniya xwe de banga gel kir û got, “Li berxwedana zindanan guhdarî bikin. Bi tevlêbûna Tevgera Şoreşger a Yekbûyî hêza xwe ya li dijî faşîzmê raber bikin.”
Daxuyaniya HBDH wiha ye:
“2’ê Tîrmehê danê sibehê saet di 06.30’an de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê kargehek ji aliyê HBDH’ê Şefîk Esen ve hate şewitandin. Di encama çalakiya li dijî şert û mercên îşkenceya li girtîgehan û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin de, hate diyarkirin ku kargeh bi temamî şewitiye û bi mîlyonan lîre zirara madî çêbûye. Yekîneya ku çalakî li dar xistine bi saxî gihiştin qada baregehê.
Faşîzma AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên tecrîdê hewl dide girtiyên şoreşger bitirsîne û moralê hemû şervanên Şoreşa Yekbûyî bişkîne. Pergala tecrîdê ya ku parçeyek ji şerê qirêj e, li ser hemû hevrêyên me yên di zindanan de bi taybet li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin û hewl tê dayîn vîna wan bişkîne. Faşîzma ku şert û mercên tecrîdê bi tîpên zindana S, Y, R xurt dike, bi saziyên xwe yên ji mafên mirovan bêpar êrîşên xwe yên li dijî girtiyên şoreşger didomîne.
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji zindanan pêk tên bersiva herî zelal a li dijî polîtîkayên faşîzmê ye. Ev berxwedana girtiyên şoreşger ên di zindanan de xeta me ya Şoreşa Yekbûyî pêk tîne û ronahiyê dide leşkerên ku berê xwe dane Şoreşa Yekbûyî.
Em ê bi gerîlayên xwe yên azadiyê yên li dijî dagirkeriya Başurê li ber xwe didin û bi mîlîsên xwe yên bi biryar çerxa îstîsmara sermayeyê bişkînin, bibin dengê zindanan. Em ê li her qadê li faşîzmê bixin!
Em wek leşkerên Şoreşa Yekgirtî bi gerîlayên xwe yên li çiya, mîlîsên xwe yên li bajaran û hevalên xwe yên li zindanan dê dîwarên faşîzmê hilweşînin!
Banga me ji hemû gelê me re ev e; Li berxwedana zindanan guhdarî bikin. Bi tevlêbûna Tevgera Şoreşger a Yekbûyî hêza xwe ya li dijî faşîzmê rast bikin.
Bijî HBDH!
Em ê Tecrîdê Bişkînin!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!