NAVENDA NÛÇEYAN- Kongreya 5’emîn ya Yekîtiya Jinên Ciwan wê di 10’ê Tîrmeh’ê de li bajarê Hesekê bê lidarxistin. Ji bo Kongreya ku di asta Bakûr û Rojhilatê Sûrî de bê lidarxistin amadekarî di hemû hereman de berdewam dike.
Endamê Jinên Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Berfîn, di derbarê amadekarîyên Kongrê de ji ajansa me re axivî. Berfîn di axaftina xwe de anî ziman ku wê ev Kongre bibe wesîleya pêşketina kar û xebatên Jinên ciwan û guhertinên pir nû bi xwe re bîne. Di dawiyê de jî got “Em vê Kongreyê diyariyê Rêber APO, hevalên ku di çiya de nava şer de ne û diyariyê hemû jinan dikin.”
Axaftin wuha ye:
“Navê min Berfîn e.
Ez endamê ciwanên PYD’ê yê Şehba me. Naha di vê pêvajoyê de em amadekariyê xwe ji bo 5’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan dikin. Kongreya me 2 sala carekî tê lidarxistin. Di vê Kongreya 5’emîn de jî wê ev 2 salên dawiyê de kar û xebatên ku hatiye kirin ji her milî ve bên parvekirin, ji bo çareseriyê kêmasî û pirsgirêkên di nava xebatên Yekîtiya Jinên Ciwan de bên nîqaşkirin.
Emê jî wekî jinên ciwanên PYD tevlî kongreyê bibin û kar û xebatê ku me meşandiye parvebikin. Elbet tişte herî girîng jî di vê Kongreyê de wê plansazî û guhertinên nû ji bo xurtkirina kar û xebatê Yekîtiya Jinên Ciwan bên ragihandin. Ev guhertinên nû ji bo demê pêş de karên baştir û serkeftîtir bên kirin wê bibe gavekî girîng.
Em vê Kongreyê diyariyê Rêber APO, hevalên ku di çiya de nava şer de ne û diyariyê hemû jinan dikin.”