NAVENDA NUÇEYAN- Ji Pênûsa Jinda Tolhildan.
Di şoreşa azadiyê de rola pêşeng ya jinên ciwan
“Bê guman di qadeke şoreşê de nirxandin û destgirtina jinên ciwan xwedî girîngiyekî mezine. Em dizanin ku ji dîrokê ve heya niha bi her awayê şer û êrîş li ser jin hatine pêşxistin. Beşa herî zêde bi êrîşên fîzîkî, tundî, qirkirin û dest dirêjîyê re rû bi rû hatiye jin e. Di nava civakekê de ku hebûna jinê weke hebûnekî tenê fîzîkî tê pênasekirin bê guman îrade û hestên wê tên perçiqandin. Feraset û zihnîyeta heyî bi awayekî taybet jin dike hedef. Ev yek di dîroka jinan de pir bi awayekî eşkere hatiye pêkanîn. Bi karanîna jin ji bo tiştên besît, her wiha jin weke milk dîtin, bê hêz, lewaz û ji karên rêvebirinê durxistin weke şerekî rojane li ser jin hatiye meşandin û tê meşandin. Ev rewş seranserî dîrokê di nava civakê de çerxên pir mezin daye çêkirin. Ji ber civak li derdora jin hatiye bi hêzkirin û bi wate bûye, dema ev rastî hate berovajîkirin; yanî civak li derdora jin bi zihniyeta zilamê serwer êdî hate bi rêvebirin, ev hişt ku bi demê re civak bi rizandina pîvan, exlaq û bi bê nirxiyê û kirêtbûnê re rast were. Ji bo ku ev nêzîkatî û çewtî sererast bibe piwistiya serî rakirin û tekoşînkirin hebû. Her çiqas mirovahî li beramber vê rewşê li berxweda be jî lê nekariye bi temamî vê pergalê hilweşîne. Ji ber pêwistiya vê pergalê bi dahurandinkirineke pir kur hebûye ku mirov bikaribe di hemû waran de şerê wê bike. Ev yek jî di şexs û pêşengitiya rêber APO de pêkhat.
Rêbertî karî bi fikir, felsefe, paradigma xwe ve bibe hêviyek rêya azadiyê û serkeftinê. Bi taybet ji bo jin bû mîladek. Ji bo ku ev her daimî jiyanî bibe, û her jinek bibe xwedî axaftin ji vê yekê re şoreş lazim e. Di giştî tekoşîna jinan de ev mîrata ku hatî komkirin bûye xwedî zemînekî herî bi hêz ji bo ku her jinek dikeve ferqa hebûna xwe di vê riyê de bikaribe bighêje azadiya xwe.
Li ser vî bîngehî di şoreşa Rojava de yên herî bi hêz, bi pêşengtî lîstin û qehremantî kirin jin û ciwan bûn. Ji destpêka şoreşa Rojava ve jin di gelek qadên jiyanê de da îsbatkirin ku dikare rol bilîze û bibe pêşeng. Jinan bi şoreşê re xwe naskirin û rastiya xwe kefişkirin. Bûn xwedî jiyanekî bi wate, mezin û bi rumet. Tê de civakek ku bi nûnertî, ked, hişmendiya azadiyê û hezkirinê tê afirandin û dîroka berovajî ji nû ve dan hûnandin. Di van pêşketinan de rol û misyona bingehîn û pêşeng ya ciwanan û jinên ciwan bû. Jinên ciwan bi şoreşê re karîbûn di serî de hebûna xwe bidin îsbatkirin, her wiha nasname û rengê xwe derxînin pêş.
Di nava civakê de nasname, îrade û hêza herî zêde tê tunekirin ya jinên ciwan e. Her tûne, ne aîdî xwe, weke milkê kesekî din hatiye dîtin. Ji bo wê bi vejîna şoreşê re vejîna jinên ciwan mûcîzeyek bû. Jinên ciwan bi ked, hewildan û hêza xwe jiyan ji nû ve ji xwe re afirandin. Di hemû beşên kar û xebatên civakî, siyasî, dîblomasî û eskerî de bûn xwedî tecrûbe. Di parastin û pêşxistina kar, xebat û welatê xwe de jî gelek bedelên giranbiha dan mîna nûjiyan, viyan, vejîn, bişeng û sara yan û dehan hevalên hêja ku bi fedekarî û dilsoziya xwe ve berdewamiya vê şoreşê misogerbikin û rêya azadiyê her ronî û geşbimîne. Li hember şoreşek ewqas bedew û bedelên ewqas bi nirx ji me tê xwestin ku asta xwe tekoşîn bilindtir bikin. Ji ber berpirsyartiya li hember vê şoreşê tê wateya berpirsyartiya li hember dîrokê jî. Bi vê giraniyê tevgerandin zanebûn, îdia û di ferqa rol û misyona xwe de bûn lazim e. Ji ber êrîşên pir dijwar, hesabên herî qirêj û qirkirinek mezin li hember serokatî, jin û tevahî civakê heye. Û ji ber ciwan yên ku ji bo diyarkirina pêşeroja welatên xwe, rakirina kar û bar, pêşxistin û parastina wê de xwedî roleke pir mezin in. Di eynî demê de jin bîngeha civak, pîvan û di tevlîbuna jiyanê de dibe misogeriya berdewamiya civakê ji bo na wê jî di şexsê jinên ciwan hewandina herdû nasnaman di civakê de veqetandinek taybet ji jinên ciwan re radike. Her weha berpirsyartî bi qasî zanebûnê tê u zêde dibe. Em di vê mehê de rastî 13 salvegera şoreşa rojava tên, di nava vê pêvajoyên tevî hemû zehmetiyan jinên ciwan bûn xwedan rêxistin, ked û cihên xwe di hemû qadên civakî de girtin. Lê bê guman hîna jî gelek ne besiyên vê tevlîbûnê heye, ji ber ev şoreş bi dawî ne bûye. Asta êrîşan bilindtir dibe û bi berdewamiya komplo û girankirina tecrîdê, hedefgirtina pêşengan, bi karanîna kimyaslê li çiyayên Kurdastanê, talankirina xwezayê, di civakê de her roj bi kiryar û rêbazên şerê taybet bi belavkirina madeyên hişber, fihûş, tecîz, destdirêjî, kuştin, xwekuştin,…Û ji van zêdetir dibin nîşaneya tengavîya vê pergalê, pergala kapîtalîzimê ya ku xwe li ser qirîzan dide jiyankirin.
Îro jî tirsa wê ji fikirên Rêbertî heye. Nayê inkarkirin di vê serdemê de ya ku serokatî bi sedsala jin pênasekiriye erşê vê pergalê da hejandin. Serokatî ev yek di nava nirxandinê xwe de pir bi awayeke zelal da xuyakirin, rizgariya jiyanê ne mumkine eger şoreşa jin ya bi kok neye jiyankirin, rizgariya civakê jî di rizgariya jin re derbasdibe. Jin jî bi awayeke bingehîn gerek berê şoreşa xwe ya siyasî û exlaqî bide ber hişmendiya tecawizkar ya ku 24 seet di dewrê de ye. Bi vê perspektîfê wek jinên ciwan jî ku herî zêde bi vê hişmendiyê re rû bi rû tê, ji bo wê tekoşîn û parastin tiştên ku divê nevê ne. Her weha yek ji şertên esasî ya buna xwedî hebûn rêxistinbûna xwe mezinkirin û xwe gihandina her jinek ciwan û tevlîkirina wan ya nava rêxistinê ye.
Li ser bingeha îdeolojîya rizgarîya jin li hemberî ferasetên civakî yên zayendperest û hemû çêkerên wê pêşxistina jin ya xwezayi û azadîxwaz weke xala yekemîn ku hemu jinên ciwan li gorî wê dide lêhirbûn û perwerdekirin. Her wiha xwedi li mîrateya tevgera jin derdikeve. Beramberê êrîşen modernîteya kapîtalîst ji bo pêkanîna sekn û vîna azad û parastina hebuna xwe bi taybet li beramberî qirkirina çandî, sîxûkirin, fûhuş, kû weke rastîya şerê taybet û polîtîkayên zihniyeta dewlet li Kurdıstanê pêşdikeve de jinên ciwan di çarçoveya parastina cewherî de bersivên pêwîst dide. Ji bo parastina hebûn û azadiya xwe serî li rêyên guncav û bi bandor didin, bi actîvîte û çalakiyên afrîner li hember van rewşan derdikeve pêş. Ji bo parastina nirxên maddî û manewî yên girêdayî jinan, li dijî hemû pêkanînên ku jinan dike armanc, çanda destdirêj bûn, qirkirina civakê, tundî û hemû cureyên cudakariyê yên ji hişmendiya dewletê û zîhniyeta zayendperestı , bi bandor têdikoşe.
Di warê lêhûrbûn, pêkanîn û pilankirin de xebat, çalakî û têkoşîna xwe de zanista jîneolojî bingeh digir e. Vê jî ji bo xwe gihandina konfederalîzima demokratîk ya ku wek şiklê xwe rêxistinkirinê di avakirina pergala jinên ciwan de. Ji wê jî ber konfedralîzima demokratîk ya tevahiya rojhilata navîn, bi silogana jin jiyan azadî ve. Bi vî awayi tevgerandin di nava şoreşa azadiyê de, bi rista xwe ya pêşeng rabûn, em dikarin pergala xwe ya azad û demokratîk avabikin û serkftinê her misger û mayinde bikin.. Li gor stratejiya şerê gelê şoreşgerî, vê yekê jî bikin malê her jinek ciwan û bersiva herî rast û bi hêz ya soza tolhildanê.”