NAVENDA NÛÇEYAN-
Dewleta tirk a dagirker, ku bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê hemberê gelê Kurd, bi xwe jî sedema koçberkirin û penaber bûyîna bi hezaran mirovan e, di asta stratejîk de bû cihê komkirina penaberan. Faşîstê Erdogan jî vê rastiyê li hemberê Ewropa û ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî baş bikartînê. Li hûndirê Tirkiyê jî ew vê rewşê ji bo belav kirina ferastên nijadperest bikartinê. Di encama vê de di 12’ê Tebaxê 2021 de girseyên faşîst êrîş li penaberên Ereb ku ji Sûriyê bûn kirin. Çend meh piştê vê bûyerê 15.000 kes ji aliyê rejîma faşîst ve hatin şandin heremên Kurdan li Sûriyê. Dewleta tirk a dagirker ku di sala 2018 de herêma Efrîn li Sûriyê dagirkiribû niha jî ew qeyrana penaberan – ya ku ew bi xwe çêkir – bikartîne da ku gûhertina demografiyayê li Efrîn pêkbîne û li wir penaberên Ereb bi cih bike.
Lê ne tenê ew Erdogan û her wiha çend serokkomarên faşîst yên din jî rewşa penaberan yên ku di tengasiyê de ne bikartînin ji bo ku berjewendiyên xwe yên siyasî pêkbînin. Di sala 2021 de ser vê esasê 40.000 penaberên Kurd û Afgan bi sozên derew hatin şandin ber sînorên Ewropa ji bo ku ser wan kesan zextê ser siyaseta Ewropa çêbikin. Yên ku di wir de bûn qurban ew penaber bûn, ew bûn goka lêystoka siyasetên faşîst. Bi wan siyasetan herî kêm 30 kes di nav herî û berfa zivistana Ewropa de jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de gelek ciwanên Kurd jî hebûn.
Mirov dikare bifikire ku Kurd edî bi salan rastiya faşîst ya dagirkeriya tirk nasdike. Lê dîsa jî agahiyên ciwanên Kurd ku bi hêviya derbasbûyîna Ewropa dixwezin bikevin hûndirê Tirkiyê zêde dibin. Dema li ser sînora Tirkiyê de tên dîtin ew ciwan ji aliyê leşkerên tirk êşkenceyên giran dibînin, û carna ji wan êşkenceyan bi saxî xelas nabin.
Ew dikevin girtigehên penaberan yên ku ji Ewropa hatin fînanse kirin ji bo ku kesên ku bi awayek nefermî hatine werin komkirin, ji berçavan derbas kirin û werin vegerandin welatên xwe. Ji bo ku ew nekevin axa Ewropa. Niha jî li Elmanya di bin navê „Mirovatî, Rêzkirin û Piştgirî li ser sînor“ reformek hiquqa penabertiyê hatiyê pejirandin. Gorê vê yekê penaber hîn berê ku bigihejin Ewropa werin girtin û berçavan derbas kirin. Ango ew li wan girtîgehan de dimînin heya ku dewleta Elman amade be ku wan bigire nav welatê xwe an ji wan negire.
Dema şera Ukraynayê destpêkiribû trênên bê pere hatibûn amade kirin ji bo ku penaberên Ukarynî bê pere bikaribin derbasê Ewropa bibin û ew bi piştgirî û alîkariyeke mezin hatibûn pêşwezî kirin. Heman demê de bi hezaran kes ji Rojhilata Navîn û Afrika jiyanên xwe di nav behrê li ber erdên Ewropa de ji dest didin. Ji ber ku xeyalên wan de ew heye ku ew bikaribin jiyanek bê şer, bê tûndî û bi aboriyeke aramî jiyan bikin.
Behr bû goristana ewqas kesan ku xeyalên şaş kirin. Ewqas mirov di wan berhan de wenda bûn. Ewqas mirov bi hezaran euro xerc kirin, bi hêviya ku ew bikaribin li Ewropa – parçeyek vê cihanê ku wan tu car li wir naxweze – jiyanek di nav aşitî de bijîn. Xemgîniyek ewqas mezin lê heman demê de rastiyeke jî ku ew welatan ku em wek Ewropa bi nav dikin berspirsiyarên wan şer û wan talanên aboriyê ne ku li welatên wan penaberan pêktên. Siyaseta wan û aboriya wan sedeme ku ew şer û pevçûnên dijwar didomin, yên nû destpêdikin û fireh dibin.