STRASBOÛRG – Jinên ciwan ên di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO li bajarê Fransa Strasboûrgê beşdarî çalakiya “Rêwîtiya Azadiyê” bûn, ji ajansa me re axivîn û behsa girîngiya Rêber APO ya ji bo jinên ciwan û gel kir.
Me dît ku paradîgmaya Rêber APO li hemû cîhanê belav bûye
Endama TekoJIN Ronda Yildiz diyar kir ku wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO semîner û çalakî li dar xistin û got: “Em weke jinên ciwan hatin qadan. Moralê hevalan li vir gelekî bilind e û ev şêwazeke cuda ya çalakiyê bû.”
Ronda Yıldız got, “Hevalên jin ên ku di panelê de nirxandin kirin, behsa felsefeya Rêberr APO û feydeyên ku bi dest xistine kirin. Bi rastî ev ji bo me destkeftiyeke mezin e. Em weke jinên ciwan ên Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber APO weke azadiya xwe dibînin.”
Em dikarin bi ramanên Rêber APO dîsa bibin mirov
Elîsa Ginzburg bal kişand ser girîngiya azadiya fizîkî ya Rêber APO ya ji bo hemû gelan û got, “Rêber APO krîza kûr a ku mirovahî di modernîzmê de jiyan dike, pir baş xwend. Lê belê wî hemû beşa girîng, hevpar û demokratîk a ku mirovatiyê bi dest xistiye jî bixwîne. Ji ber vê sedemê bi tecrîdkirina Rêber APO gelek dewletên hegemonîk hewl didin hemû ji bo mirovahiyê tiştên rizgariyê bixin zindanê. Ji ber ku me ji Rêber APO gelek pirtûk, gelek gotin, ewqas analîz girtin, gelek pêşniyar kirin.”
Elisa Ginzburg, anî ziman ku girîng e geşepêdan û axaftina bi Rêber APO re berdewam bikin û got, “Hê jî gelek tişt hene ku em bi Rêber APO re biaxivin. Her wiha weke jinek, weke jineke ciwan Rêber APO karî azadiya rasteqîn pêşkêşî jinên cîhanê bike. Ez bawer dikim ku bi azadiya fizîkî em dikarin bi rastî dîsa bibin mirov û bi ser bikevin.”
Di nivîsên Rêber APO de hêzek mezin heye
Maren Gebauer di axaftina xwe de bal kişand ser giringiy azadiya fizikî ya Rêber APO û got, “Girîng e ku Rêber APO ji tecrîdê derkeve û bi fikrên xwe bi pêş ve biçe û pêş bikeve.”
Maren Gebauer diyar kir ku Modernîteya Demokratîk a ji aliyê Rêber APO ve hatiye pêşxistin hêzeke mezin e û got, “Di tiştên ku Rêber APO nivîsand û bi awayê rêveberiya tevahî tevger û têkoşînê de hêzek mezin heye. Pir girîng e ku em karibin pê re biaxivin û bi hev re vê têkoşînê bidomînin.”
Tevgera dîrokî em ê weke gel binivîsînin
Jimena Flores li ser çalakî û çalakiyên Rêber APO yên ji bo azadiya fîzîkî got, “Em bi taybetî weke jinên ciwan dizanin ku tecrîdkirina Rêber APO sembola girtina me û tecrîda li ser jinên ciwan di civakê de ye. Ew jî tê wateya azadkirina xwe. Ger em jinên ciwan fêm bikin ka çima Rêber APO ji bo gelê Kurd, jinên hemû cîhanê û bi rastî jî ji bo gelên bindest ên hemû cîhanê ev qas girîng e, wê demê em dibînin ku pêwîste em xwe azad bikin.”
Jîmena Flores diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi azadiya hemû gelê xwe ve girêdayî ye û got, “Îro em van li vir konkret dikin û gel bi xwe re dibirin. Ji ber ku bi rastî em ê weke tevger, gel, civak, dîrokê binivîsin, ne hin serdestan. Tiştê ku em îro dikin ev e,”.