QAMIŞLO – Lîga Azadî ya futbolê ya ku ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê yê Cizîrê ve di asta Qamişlo de hat li darxistin, îro bi serkeftina tîma Avdarê bi dawî bû.
Maça dawî di navbera tîma Avdarê û tîma El-Qemma de hat lîstin. Maç li yarîgeha Azadî ya li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Lîstok di dema asayî de bi encama 2-2 hat, lê di dema zêde de tîma avdarê bi encama 4-2 bi serket û bû şampyon.