MEXMÛR- Gelê welatparêz ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê îro li hemberî hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk a dagirker re meşekî girseyî lidarxistin.
Meşa li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî ya li Mexmûrê bi dirûşmeya “Li hemberî hevkarî û dagirkeriyê, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî Serbixe Tekoşîna Rizgariyê” hat lidarxistin. Armanca meşê, protestokirina hevkariya Mala Barzanî ya bi dagirkeriya tirk re û slavkirina berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Meş bi bi sloganên ‘Bimre ÎXANET’ ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ ‘Bîjî Berxwedana Îmralî’ despêkir û di dawiyê de meş veguherî mîtînga girseyî.
Mîtîng bi deqeyekî rêzgirtin ji Şehîdên Şoreşê despêkir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Diwana Gel a Meclîsa Demokratîk Alî Bilehî axivî û got: Armanca meşa me şermezarkirina dagirkeriya Tirk û îxaneta mala Barzanî ye. Em wekî gelê Wargeha Mexmûr’ê vê dagirkerî û îxanetê şermezar dikin, rûreş dikin.
Meşa ku biryardariya têkbirina dagirkerî hat nîşandan, bi dirûşmeyên ‘Bimre İxanet’ ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Bîjî SEROK APO’ bidawî bû.