NAVENDA NUÇEYAN- Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê di çarçoveya çalakiyên pêngava navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirka Kurd re çareserî” de 5 meşan û 2 çalakiyên hunerî di vê mehê de li kantona Cizîrê li dar dixe.
Bernameya çalakiyan a însiyatîfê wiha ye:
10’ê Tîrmehê dê meş li bajarê Til Hemîsê were lidarxistin. Şêniyên bajar û gundewarên Til Birakê jî dê tev lê bibin.
16’ê Tîrmehê dê meşek li bajarê Girkê Legê bi beşdariya şêniyên Dêrik û Çilaxayê li dar bikeve.
21’ê Tîrmehê dê bi beşdariya şêniyên bajarên Zirgan û Til Temirê meşek li Dirbêsiyê li dar bikeve.
23’yê Tîrmehê dê bi beşdariya şêniyên Hol û Şedadê meşek li Hesekê li dar bikeve.
25’ê Tîrmehê dê meşeke li Qamişloyê li dar bikeve.
28’ê Tîrmehê li Tirbespiyê û 30’ê Tîrmehê li Amûdê dê çalakiyên hunerî li dar bikevin.
Komîteyên amadekar ên çalakiyan ji bo tevlêbûna meşan serdana komîn û meclisan dikin.