NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Stêrka Ciwan bi Hejmara xwe ya 254’an ve nêrînên nû pêşkêşî ciwanan dike.
Di kovarê de beşek ji pirtûka Önder APO ya bi navê “Çawa Bijî?” cih digire.
Ji aliyê koordînasyona rêxistinên Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ve li ser ciwan û jinên ciwan perspektîf hene.
Her wiha nirxandinên endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji bo kovara Stêrka Ciwan li ser pîvanên milîtanên APO’yî yên bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê derketiye holê û mîrateya ku ji ciwanan re Stêrka Sor a Ciwanan şehîd Alî Çîçek hiştiye, hene.
Di beşa Bîranînên kovarê de gotara hevrêyê şehîd Baran Mawa ku yek ji fermandarên efsanewî yên ciwanan e ji bo bîranîna şehîd Baran Mawa hatiye nivîsandin jî di kovarê decîh digre.