NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakûr Rojhilatê Sûrî wê 10’ê Tîrmeh’ê (sibê) kongreya xwe ya 5’emîn lidarbixe. Kongreya ku bi dirûşmeya ”Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” were li dar xistin wê hemû heremên Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî bisedan jinên ciwan tevlî Kongreyê bibin.
Kongreyê de wê kar û xebatê 4 salên dawîyê niqaş bên meşandin, biryar û plansazîyên nû ji bo xurtkirina kar û xebatê Yekîtiya Jinên Ciwan bên ragihandin. Di derbarê amadekariyên Kongrê de Berdevkê Yekîtiya Jinên Ciwan yê Herema Firatê Neda Şahîn û Berdevkê Yekîtiya Jinên Ciwan a Hesekê Henar ji ajansa me re axivî.
” Navê min Neda Şahîn e.
Ez berdevkê Yekîtiya Jinên Ciwan a herema Firat’ê me. Ji bo amadekariya Kongreya 5’êmîn ya Yekîtiya Jinên Ciwan em hatin Hesekê. Amadekariyên me bi moral û coşekî mezin ve didome. Ji bo xurtkirina kar û xebatê Jinên Ciwan gelek pêwîstî ji bo vê Kongrê hebû. Ji bo jinên ciwan karibîn pêwîstiya bingehîn ya civakê ‘parastina cewherî’ bigre ser milê xwe ev kongre wê rolekî mezin bilêyze.”
“Navê min Hena ye.
Ez Berdevkê Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê me. Wê sibê Kongreya me ya 5’êmin çêbibe. Em pir kelecanin û pir bimoralin. Ji ber ev Kongre wê bibe wesîleya pêşketina jinên ciwan. Divê hemû jinên ciwan jî xwe di her milî de pêş bixin û civakê re pêşengtî biki. Ez di wê baweriyê de me ku wê Kongreya me pir xweş derbas bibe.”