Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Êzidî bi meşekê xwedî li çapemeniya xwe derketin: Çira TV û Çira FM heqîqeta me vedibêjin

Edîtor: Nucan Serdoz
10/07/2024 - 18:32
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

ŞENGAL-Êzidiyên Şengalê bi meşeke girseyî û rakirina logoya Çira TV’yê xwedî li televîzyona xwedî derketin û ev peyam dan: “Çira TV ji destpêka fermanê heya niha ji bo heqîqeta Êzidiyan kar dike. Eger navê Tawisê Melek li ser hinekan be, divê xwe ji belavkirina agahiyên nerast li Şengalê dûr bigirin. Iraq beramber bi êrişê bêdenge, divê bê pirsîn çima berpirsyariyên xwe bi cîh nayêne û helwesta xwe eşkere nake.”

Îro hezaran kes li navenda Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li navenda Şengalê meşeke girseyî lidarxistin. Di meşê de bi sedan logoyên Çira TV’yê ku weke televîzyona hemû Êzidiyan tê qebûlkirin û alên Rêveberiya Xweser hatin rakirin.

Di meşê de bênavber dirûşmên, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bimre xiyaneta PDK’ê û Barzanî’ hatin gotin. Di meşê de pankarteke logoya Çira TV li ser e û nivîsiye, ‘Dengê heqîqetê, îradeya Şêngalê ye, bi êrişan nayê şikandin’ hate rakirin.

Meşa girseyî ya li ber Desteya Rêveber a Şengalê destpêkir, heya li ber navenda Encûmena Asayîşa Netewî ya Iraqê ajot.

‘Çira TV ji destpêka fermanê heya niha ji bo heqîqeta Êzidiyan kar dike’

Piştî girse gihîşt cihê daxuyaniyê peyamên bi navê saziyan hatin dayîn. Bi navê girseya gel û Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên axivî. Azad Hisên salvegera 10’emîn a fermanê bibîrxist û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Her em nêzî vê salvegera bi êş dibin, dewleta Tirk a dagirker û hinek aliyên siyasî yên hevalbendiya wê dikin, rê ji dewleta Tirk re vedikin û hinek şexs jî dibin rênas ji van pîlangeriyan re. Hîn jî dixwazin li ser Şengalê pîlanan pêk bînin. Ev heqîqeteke û divê em xwe ji heqîqetê dûr nekin. Pêwîste em hemû jî gav bi gav nêzî heqîqeta xwe bikin. Hinek îdîa dikin, ji ber hinek yên biyanî li vir kar dikin, hatine hedef girtin. Lê me duh jî dît, duh Çira TV ku ji destpêka fermanê heya niha dixwaze rastî û heqîqeta vê civakê û êşa ku me kişandiye bi dinyayê bide fêm kirin. Hinek dezgehên ragihandinê yên weke Rûdaw û Xanî xwestin rastiyê berovajî bikin. Lê heqîqet, rastî û Êzdayetî li Şengalê ye. Herkes vê rastiyê dizane.”

‘Hunê êdî nekarin tiştên ne rast li ser şîn û şahiyên me bêjin’

Azad Hisên di dewama axaftina xwede diyar kir, yên ku îro li Şengalê meşiyan ew kesin ku di dema 2014’an de li dijî DAIŞ’ê meşiyane û wiha got; “Her ev mirov bûn ku hemû zor û zehmetiyên liv ir qebûl kirin, lê cihê xwe terk nekirin. Em berpirsên hinek aliyên siyasî ku naxwazin navê wan bidin hişyar dikin û dibêjin, xwedî li Êzdayetiya xwe derbikevin. Eger navê Tawisê Melek li ser we ye, divê hun ji tiştên wisa dûr bikevin. Ev deh sale hun dixwazin bi me re şer bikin, lê em naxwazin li ser axa Şengalê şerê birakujiyê bikin. Em bi biratî ji wan re dibêjin, dibe xeta we ya siyasî cûdabe û hun li ser wê kar bikin, lê hun nikarin li ser şîn û şahiyên me bipeyîvin û tiştên ne rast bêjin.”

‘Kengê veger çêdibe, PDK û dewleta Tirk êrişdikin’

Azad Hisên balkêşa ser hewldanên dewleta Tirk û PDK’ê yên ji bo pêşî lê girtina vegera koçberan jî û wiha axivî: “Em ji dostên civaka Êzidî re dibêjin, divê hun zanibin her cara gelê me dixwaze vegere ser axa Şengalê, dewleta Tirk a dagirker bi hevalbendiya rasterast a PDK’ê û hinek partiyên siyasî yên din, hem dixwazin bibin rêgir ji bo ev mirov venegerin ser axa xwe. Dixwazin wan mirovên ku dibin wan çadiran de bi salan e zehmetiyê dikişinin, dixwazin jixwere bikarbînin. Divê yên li kampên Başûr jî baş bifikirin û fêm bikin kaç ima dixwazin hun li wir bimînin. Divê herkesek ji we di mala xwede vê pirse jixwe bike, vegera Şengalê aşitî, lêborîn, dirûst bûyîn û Êzidayetiya resen e. Ne vegera li Şengalê dûre ji Êzdayetiyê. Eger malek we jî nebe, çiyayê ku we ji fermana parastiye li vir e, divê vegerin himbêza wê. Dost û Xêrxwazên civaka Êzidî bila dilê wan rehet be, hevalên me her sê jî başin. Ji dema Osmaniyan heya niha êrişdijî civaka me Êzidiyan pêktê, lê tu êrişne hiştiye em ji çand û baweriya xwe dûr bikevin.”

Bang û hişyariyên li hêzên Iraqê yên li Şengalê

Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Şemê Remo jî axivî û dazanîn, divê Encûmena Asayîşa Netewî ya Iraqê bersiva me bide ka kar û erka wan li Şengalê çiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Divê ev saziyên Iraqê yên bi navê ewlekariyê bêjin, çima bi erka xwe ranabin. Çima her carê êrişli nêzî nûqteyên kontrolê yên artêşa Iraqê çêdibin. Iraq çima beramber bi êrişan bêdenge? Divê were zanîn tu kes nikare Çira’yên me vemirînin. Çiraya Êzidxanê ji tîrêjên Rojê ye. Divê were zanîn wê dayîk dest ji doz û zarokên xwe bernedin.”

 

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîneya Tolhildanê li Amediyê û Bamernê li dagirkeran xist

Nivîsa Pêş

Yekitiya Jinên Ciwan 5. Kongreya xwe li dar xist- hat nû kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekitiya Jinên Ciwan 5. Kongreya xwe li dar xist- hat nû kirin

Yekitiya Jinên Ciwan 5. Kongreya xwe li dar xist- hat nû kirin

Kongreya 5’êmîn ya Yekîtiya Jinên Ciwan bi biryarname û plansaziyan ve dawî bû

Kongreya 5'êmîn ya Yekîtiya Jinên Ciwan bi biryarname û plansaziyan ve dawî bû

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.