HESEKÊ- Kongreya ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê bi beşdariya nêzî 600 delegeyî bi dirûşmeya “Em Bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî Rêber APO azad bikin” bi coşeke mezin hate lidarxistin.
Kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan ku bi cil û bergên xwe yên herêmî bi sedan jinên ciwan ên Kurd, Ereb, Asûrî û Ermenî yên ji Heleb, Şehba, Kobanê, herêmên rizgarkirî û Kantona Cizîrê beşdar bûn, bi coşeke mezin destpê kir.
Salona kongreyê bi wêneyên jinên ciwan ên şehîd, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Kongreya Star, YPJ û posterên Rêber APO hate xemilandin.
Beriya kongre destpê bike axaftina vekirinê ji aliyê endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Nadya Yûsif ve hat kirin. Piştî axaftinê Nadya Yûsif bang li hemû beşdaran kir ku ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi taybet jinên ciwan ên şehîd Şehîd Bişeng, Şehîd Sara, Şehîd Vejîn deqeyek rêz girtin were girtin.
Piştî deqîqeya rêzgirtinê endamên dîvanê ji bo ku kongre rêvebibin ji aliyê beşdaran ve hatin hilbijartin. Piştî pêşniyaran Heva Bekir, Bêrîtan Roj, Ruheyv Botan, Nada Şahîn, Betûl Ehmed ji bo endamên dîvanê hatin hilbijartin.
Her wiha 2 jinên ciwan di nava beşdaran de li ser esasê nivisandina nîqaşên kongreyê, weke notirvan hate hilbijartin. Li ser vê bingehê Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan bi awayekî fermî dest pê kir.
Beriya her tiştî perspektîfa Rêbertiyê ya ji aliyê komîteya amadekar ve bi sînevîzyona hatiye amadekirin hate temaşekirin. Rêber APO di perspektîfa ku nirxandinên Rêber APO de tên cem hev, bi civaknasiya ciwan û jinên ciwan tê li ser ziman, di heman demê de perspektîfek xurt dide ku ciwan çawa têkoşînê bidin meşandin. Rêber APO dibêje, “Pêşî girtina ciwanên ku ber bi azadiyê ve dimeşin zehmete.”
Di perspektîfa nirxandinên Rêber APO de Rêberr APO ji bo jinan van nirxandinan dike: ” Ez şervanê azadiya jinê me, di vê mijarê de pir radîkal im. Bawer dikim, li Rojhilata Navîn jin wê azadiya jinê li ser bingeha aqil, parastin û xweşikbûnê bi biharê re mîna tavekî ava bikin. Rojekî wê teqez xwe bînin asta jina xurt a ku zilamê zordest û paşverû rast dikin. Bi vê baweriyê hêvî dikim têkoşîna xwe li gorî rihê demê bilind bikin. Ji hemû jinan re silav, hezkirin û hûrmetên xwe dişînim.”
Piştî bidawîbûna perspektîfê Rêber APO bi dirûşma “Bijî Serok APO” bi yek dengî salon tijî kirin.
Piştî guhdarkirina perspektîfa Rêber APO, panorama li ser esasê xebatên rêxistinî û çalakiya 4 salan a jinên ciwan hate temaşekirin.
Panorama ku berhemên jinên ciwan ên ji sala 2021 heta 2024’an bi dîmen pêşkêşî dike, ji aliyê jinên ciwan ve bi meraqeke mezin hat temaşekirin.
Piştre ji çiyayên azad ji bo kongreya Jinên Ciwan silav hat şandin. Di peyama silavkirinê de girîngiya kongreyê hate destnîşankirin û hate gotin ku divê jinên ciwan bi xurtî beşdarî vê kongreyê bibin û bi encamên ku ji vê bingehê hatine girtin têkoşîneke xurtir bimeşînin. Di peyama silavkirinê de her wiha hate gotin ku Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Vejîn Jiyan ji bo birêxistinkirina jinên ciwan li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê kedeke mezin dane û divê jinên ciwan jî bi ruhê şehîdên me beşdarê pêvajoyê bibin.
Peyama silavkirinê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedena Gerîla” hat pêşwazîkirin.
Ji Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya DEM’ê jî peyama silavkirinê hat. Pêyamê de hat diyarkirin ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî jinên ciwan polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û hate gotin ku têkoşîna li dijî wan wê bi fikir û felsefeya Rêber APO bê vala derxistin.
Ji endamên Meclîsa Jinên Ciwan a Mexmûrê Şehîd Axîn Mahîr Dîcle jî silavek din hat. Li ser navê Meclîsê Kajîn Ozerk axivî û bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber APO û diyar kir ku divê jinên ciwan ji bo azadiya fizîkî ruhê xwe yê rêxistinî ava bikin û li ser esasê fikir û felsefeya Rêber APO xwe perwerde bikin.
Peyamên silavkirinê ji aliyê temaşevanan ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Piştî navbereke kurt rapora çalakiya 2 salan bi zimanê Erebî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Yusif ve hat xwendin.
Piştî rapora çalakiyê mafê axaftinê ji jinên ciwan re hat dayîn. Divê xalên rojeva nîqaşê rewşa me ya rêxistinî û bîrdozî ya li ser xeta Rêber APO, kêmasiyên di xebatê de hatine dîtin, sedem û çareseriyên wan çîne hat li ser ziman. Her wiha ji bo xebat û çalakiyên xurtir û afirîner di dema pêş de nêrîn û pêşniyar hatin girtin. Di nîqaşan de jinên ciwan bi awayekî cidî beşdar bûn.
Jinên ciwan da zanîn ku divê hemû jinên ciwan li hemberî esareta Rêber APO rexnedayîn nêz bibin û di wê baweriyê de bin ku divê fikir û felsefeya Rêber APO hîn kûrtir bibe û pêşengtî ji vê fikrê re ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bike.
Di nîqaşan de rola jinên ciwan bi taybetî di têkoşîna şoreşgerî ya ku gelê Kurd bi salan e têdikoşe, di avakirina konfederalîzma demokratîk de û di afirandina cîhaneke azad a civakî û ekolojîk de hate nirxandin.
Her wiha hate destnîşankirin ku divê di xebatên jinên ciwan de bi awayekî aktîftir rol bê girtin û jinên ciwan ên rêxistinkirî nemînin.
Piştî nîqaşan rêziknameya Yekîtiya Jinên Ciwan beş bi beş hate xwendin û ji aliyê pêkhate ve hate pejirandin. Koordînasyon û endamên meclîsa nû ya Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hilbijartin û jinên ciwan weke hêza nû ya rêxistinkirî amadebûyina xwe anîn ziman.
Piştre jî plansaziya xebatê ya du salan ku dê bibe perspektîfek ji bo xebatên serdema nû hatin xwendin.
Di pêşnûmeya dawî ya kongreyê de xalên li jêr hatin destnîşankirin û hat gotin, “Divê jinên ciwan di mezinkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO û berfirehkirina pergala demokratîk a welat de rola pêşengiyê bilîzin.”
Jinên ciwan kongre bi govendên govendê bi dirûşmeyan bi dawî bû.