NAVENDA NÛÇEYAN- HBDH bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku mîlîsê wan li Bodrum’ê bi teknîka sabotajê agir berdaye navenda vezîvirandinê û kargeha xalîçeyê ya kesekî faşîst.
Daxuyanî wuha ye:
“Milîsên HBDH Kemal Pîr; “Me bi Teknîka Sabotajê agir berda Navenda Vezîvirandinê û Kargeha Xalîçeyê ya Kesekî Faşîst li Bodrumê!”
Milîsên HBDH’ê li Bodrumê ji bo bîranîna şehîdên rojiya mirinê yên dîrokî çalakiyek kirin.
6’ê Tîrmehê saet 15.00’an de li herêma betlaneyê ya Dêrekoyê ya Bodrumê navenda vezîvirandinê û kargeha xalîçeyan a kesekî faşîst ji aliyê milîsên Kemal Pîr ve bi teknîka sabotajê hatin şewitandin. Di çalakiya ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de hat lidarxistin de, her du hedef hatin rûxandin û ziyana madî ya zêde hate tespîtkirin.
Heya ku tecrîd û îşkence berdewam bike, em ê bibin ‘silava Laz Kemal’ û li her kêliyê, li her derê hesabê ji dijminên gel bipirsin!”