ŞEHBA- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şehba ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û biranîna Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê meşeke bi meşalayan li dar xist.
Meş ji pêşiya kargeha çemento ya bajarokê Ehdasê dest pê kir. Ciwanan siloganên “Bimire îxanet”, “Bimire faşîzim”, “Bimire Erdogan”, “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin û heta çerxerêya Ehdasê meşiyan.
Di meşê de endamê ciwanên PYD’ê Ebdîn Mihemed axivî û tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Bi saya Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê em niha vê kêliyê dijîn. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe armanc dike xaka kurdistanê dagir bike, bi taybet êrişen xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev yek jî bi xiyanetiya mala Barazanî û PDK’ê ye. Bila bizanin ku em ê li hemberî vê xiyanetê bibin bend. Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo me kaniya berxwedanê ye.”
Meş bi silogana “Bijî berxwedana gerîla”bi dawî bû.