BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi boneya bîranîna pêşengên me Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên xeta berxwedanê diyar kirin, salvegera 14’ê Tîrmehê bi çalakiyên bi bandor pêşwazî kir. Em biryardariya xwe diyar dikin ku bi heman hişmendiya Apoyî û ruhê fedaî di şopa pêşengên xwe yên nemir de têkoşîna xwe bidomînin û di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
HPG’ê der barê çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de jî ev agahî da:
“Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
9’ê Tîrmehê saet 16:55’an li herêma Berxwedana Girê Cûdî dronek bi çekên ferdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
10’ê Tîrmehê saet 16:30’î li herêma Berxwedana Girê Cûdî dronek bi çekên ferdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
9’ê Tîrmehê saet di 06:25’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Amediyê çalakî li dar xistin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
9’ê Tîrmehê saet 10:45’an de li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 1 konteynir û 1 kon hatin rûxandin.
10’ê Tîrmehê saet di 18:18’an de dema ku dagirkerên li Herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê çalakî li dar xistin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
9’ê Tîrmehê saet 14:46 û 15:47’an de li herêma Berxwedana Girê Bahar a dagirker dema ku dixwestin bi cih bibin, bi çekên navîn ên otomatê hatin gulebarankirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
10’ê Tîrmehê saet 23:40’an helîkoptereke skorsky a artêşa Tirk a dagirker ku dixwest li herêma Berxwedana Girê Bahar dakeve, bi taktîkeke sûîqestê hate xistin. Helîkopter bi giranî lê ket û ket. Qada ku helîkoptera Skorsky lê ketiye ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatiye bombekirin.
Di 10’ê Tîrmehê de li dijî dagirkerên ku xwestin xwe li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Bahar bi cih bikin, 3 caran mudaxele li wan hatiye kirin.
Herêma Metîna;
9’ê Tîrmehê saet 22:30’î hêzên me li herêma Berxwedana Serê Metîna çalakiyek bi helîkopteran pêk anîn.
10’ê Tîrmehê saet 15:30’î de li herêma Berxwedana Golka ya dagirker bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin. Di vê çalakiyê de derb li konteynirek û çeperek hatiye xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe;
Di 10’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM 12 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexe hatine bombekirin.
Di 10’ê Tîrmehê de tunelên me yên li Herêma Berxwedana Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê du caran bi bombeya nukleerî ya qedexekirî hatin bombekirin.
Di 10’ê Tîrmehê de Qada Berxwedana Şêlazê ya herêma Metîna bi balafirên bêmirov ên teqemenî hate bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 9 û 10’ê Tîrmehê de qadên Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hawar, Girê Berbizinê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, Desta Kafya, herêmên Şiyê 9 caran, herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê ya Girê Bahar 4 caran, herêma Metîna ya Bêşîlî 1 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 21 caran hatiye bombekirin.
“Di 10’ê Tîrmehê de herêma Berxwedana Serdemê ya Şehîd Delîl Gire Bahar a herêma Rojavayê Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.”