NAVENDA NUÇEYAN- Di meha îlonê de bi sedan ciwanên Îsraîlê ragihandin ku ew ê leşkeriyê red bikin. Bi vê yekê bi awayekî aktîf li dijî desthilatdariya otorîter û siyaseta dagirkeriyê derketin.
Di Kanûnê de, Tal Mitnick ê 18 salî bû yekem redkarê wijdanî ku girtî bû (ji 7ê Cotmehê ve). Wî berê bi eşkere gotibû ku ew ê beşdarî IDF nebin û li şûna wê piştgirî bidin çareseriyek aştiyane.
Duh piştî 185 rojan Tal ji zindana leşkerî derket. Ji ber ku wî nexwest ku xwe bişikîne, heyama zindana wî gelek caran hate dirêj kirin heta ku artêş di dawiyê de teslîm bû: Tal ji leşkeriyê hate derxistin.
Di vê navberê de, Ben Arad ê 18 salî ji meha Nîsanê û vir ve di girtîgehê de ye, ji ber ku wî jî red kir ku beşdarî şer bibe. Wî got:
“Ev şer wê çi bi dest bixe? Dê rehîneyan venegerîne malê. Dê miriyan venegerîne. Wê gelê Xezzeyê ji Hamasê rizgar neke, bilakis wêşer gurtir bike û jiyana herdû neteweyan jî bixe xeteriyê. Û wê neheylin aşitî çêbibe”
Aştîxwaz û redkarê wijdanî Tal Mitnick ê 18 salî ji aliyê dadgeha leşkerî ya Îsraîlê ve 30 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Di nava 30 rojan de wê dîsa bijartina leşkeriyê an jî cezayê girtîgehê yê din bihata dayîn. Lê ev ceza 6 meh berdewam kir.
Mitnick beşek ji înîsiyatîfa Ciwanên Li Dijî Dîktatoriyê ye ku ji meha Îlonê û vir ve li dijî reforma dadwerî û polîtîkaya dagirkerî û çareseriyê nerazîbûna xwe ji leşkeriyê radigihîne.
Wî nameya xwe ya ji bo redkarên wijdanî van gotinan kiribû:
“Ez ji vî welatî û mirovên li vir hez dikim ji ber ku ew mala min e. Ez bi hemû hêza xwe dixebitim da ku ev welat bibe welatekî ku rêzê li kesên din bigire, welatek ku meriv tê de bi rûmet bijî.”
Beriya ku bikeve girtîgehê, wî anî ziman ku çareserî dê ji siyasetmedarên Îsraîl û Hamasê nine.
“Çareserî em in, kur û keçên her du miletên wirin.”