HESEKÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî em Rêber APO azad bikin” li bajarê Hesekê 5’emîn kongreya xwe lidar xist.
Di kongreya ku 600 delege beşdar bûn de hate destnîşankirin ku divê jinên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û berfirehkirina pergala demokratîk a welat di mezinkirina têkoşînê de rola pêşeng bilîzin.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan Şiyaz Mûslim û Ronahî ku fikr û ramanên xwe yên der barê kongreyê de ji ajansa me re axifin, diyar kirin ku wê her tim rêya Rêberê xwe bişopînin û ji bo fizikî azadiya Rêber APO pêk bînin çî erk dikeve li ser milê wan wê pêk bînin.
Emê her tim rêya Rêberê xwe bişopînin.
“Navê min Şiyaz Mûslûm e. Ez endamê Yekitiya Jinên Ciwan im. Îro Kongreya 5.’êmin ya jinên ciwan e. Di serî de ev vî kongreyê li Rêber APO, şehîdên şoreşê, gelê Kurd, gerîlayên serê çiyan pîroz dikin. Em wek jinên ciwan bi saya fikir û felsefeya Rêber APO gihiştine vi astê. Wekê jin em bi rêya vi fikrê azad bûne, ku em dikarin sekna xwe di nav vi kongreyê de ava bikin. Zêdetirê 3 sale ku tu agahî ji Rêber APO nayê girtin. Dewleta Tirk a dagirker her tim dixwze tecrîdê li ser Rêber APO zêdetir bike. Dixwaze fikir û felsefeya Rêber APO di nav gelde ji holê rake. Dixwaze gel durê fikir û felsefeya Rêber APO bikevin. Lê em wek jinên ciwan û ciwan her tim pêy fikir û felsefeya Rêber APO bin. Emê her tim rêya Rêberê xwe bişopînin. Û çî erk dikeve li ser milê me ji bo fizikî azadiya Rêber APO; ev perwerde, civîn, çalakî, xwendina pîrtûkan be emê bikin.”
Bi perwerde, bi pêşxistina fikrî, birdozî emê bikaribin xwe pêşbiixin da ku pêşarojekê azad ava bikin.
“Navê min Ronahi. Ez endama Yekitiya Jinên Ciwan im. Em niha niqaşên ku em di van salan de çî kar û xebat meşandiye, ji bo pêşarojê û ji bo xebatekê serkeftî em dikarin çî bikin, ji bo jinên bindest pêwiste em çî bikin em niqaş dikin.
Her wiha ez di serî de vî kongreyê li Rêber APO pîroz dikim û hemû jinên cihanê ku berxwe didin, li hamberê tundiyê şer dikin, ji bo mafê xwe berxwe didin pîroz dikim.
Mijarên kongreyê li ser esasê pêşxistina jinên ciwan e. Demên pêşde pêwiste jinên ciwan çî bikin, her wiha xebatên berî çî bûn hatin nirxandin. Hat nirxandin ku pêwiste em kar û xebatê xwe mezintir bikin, em li qadan zêdetir bibin da ku em azadiya fizikî a Rêberê xwe bi dest bixin. Bi perwerde, bi pêşxistina fikrî, birdozî emê bikaribin xwe pêşbiixin da ku pêşarojekê azad ava bikin.”