BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya îro de bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û qedexe yên 10’ê Tîrmehê. Di rojekê de 20 caran madeyên kîmyewî û teqemeniyên qedexe hatin bikaranîn, di du rojan de balafirên şer 21 caran êrîş kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 10’ê Tîrmehê de li herêma Berxwedanê ya Girê FM 12 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş hatiye kirin û di heman rojê de li Girê Amediyê ya Şehîd Delîl êrîş birin li ser tunelên gerîla. Qada Berxwedanê ya herêma Rojavayê Zapê bi bombeya nukleerî ya qedexekirî 2 caran û herêma Metîna jî bi balafirên bêmirov ên teqemenî hatiye bombekirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên din ên artêşa Tirk a dagirker, “9 û 10’ê Tîrmehê li qadên Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hawar, Girê Berbizinê yên Gûzê, Girê Reşît, Xêrê, Yekmalê, Desta Kafya. , herêmên Şiyê 9 caran, herêma Şehîd Delîl ya Rojava Zapê ya Girê Bahar 4 caran, herêma Metîna ya Bêşîlî 1 car; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 21 caran hatiye bombekirin.
Hat gotin ku “Di 10’ê Tîrmehê de herêma Berxwedanê ya Şehîd Delîl Gire Bahar a herêma Rojavayê Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.”