NAVENDA NÛÇEYAN- Peyamnêrê Çira FM’ê Mirad Mîrza yê 8’ê Tîrmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de tevî du hevalên xwe yên ragihandinê birîndar bibû, ji ber birîna wî giran bû di dema emeliyatê de şehîd bû.
8’ê Tîrmehê wesayîteke ragihandina azad peyamnêrên Çira TV û Çira FM’ê têde bûn, ji bo şopandina xebatên fermana 3’yê Tebaxê çûbûn Tilqesebê, di vegerê de ji aliyê balafira dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedef girtin. Di encama êrîşê de peyamnêrê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm bi giranî birîndar bibû, peyamnêra Çira TV Medya Hesen û kedkarê çapemaniya azad (sayîq) Xelef Xidir, li gel du welatî û zarokek biçûk birîndar bibûn.
Mirad Mîrza ku bi giranî birîndar bibû rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin. Ji ber parçe serê xwe xwaribû, çend roj bûn nezîfa serî ne disekîne, îro dema girtin emeliyatê di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.
Ji bo karûbarên anîna cenazeyê şehîd kar destpêkir.
Êrîşa dijî rojnamevanên Êzidî rastî nerazîbûneke mezin a civaka Êzidî û rojnamevanan hat û daxwaza lêkolînê li rêxistinên navntewî yên mafê mirovan û rojnamevanan hate kirin.
Lê hîn jî Iraq derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek ne daye û bêdengiya xwe li beramber êrîşên dijî civaka Êzidî û ragihandina wê diparêz e.