NAVENDA NÛÇEYAN – 4’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 16 û 17’ê Tîrmehê li bajarê Heseke were li darxistin. Kongre ku berî mehek û nîv hat taloq kirin, wê niha bi diruşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” were lidarxistin.
Di roja yekemîn de bernameyên çandî û werzişî û di roja duyemîn de jî nîqaşên rêxistinî werin meşandin.