HPG di 11’ê Tîrmeh’ê de bi daxuyaniyekî dabû xuyakirin ku gerîla li Heremên Parastina Medya helikopterekî skorsky xistîye xwarê. Dîmenê wê çalakiyê ji aliyê HPG’ê ve hat weşandin.
HPG di derbarê çalakiyê de wuha gotibû:
“10’ê Tîrmehê saet 23:40’an helîkoptereke skorsky a artêşa Tirk a dagirker ku dixwest li herêma Berxwedana Girê Bahar dakeve, bi taktîkeke sûîqestê hate xistin. Helîkopter bi giranî lê ket û ket. Qada ku helîkoptera Skorsky lê ketiye ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatiye bombekirin.”