QAMIŞLO- Buroya Werzîşê ya Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêze dewreyên ji bo wergirtina hakemtî û antrenorêntiya basketbol, voleybol û futbolê da destpêkirin.
Buroya Werzişê ya Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek dewreyên perwerdeyê vekirin.
Kursên perwerdehiyê li dersên teorîk û dersên pratîk têne dabeş kirin. Dê di her lîstikê de di bin çavdêriya perwerdekarên pispor de gelek xwendekar werin perwerde kirin.
Ji îro pê ve 30 di qursa basketbolê, 60 di qursa voleybolê û 20 jî di şaxa werzişê ya Futbolê de bi tevahî 110 stajyer dest bi perwerdeya hakemtî û antrenortiyê kirin.
Perwerde dê 10 rojan berdewam bike. Dê sertîfîkayên werzişê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werzişê bidin perwerdekaran.