TEBQA- Kampa perwerdeyê ya bi navê “Tolhildana Şehîdên Zapê” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Tebka bi beşdariya ciwanên Ereb hate vekirin.
Li kampa perwerdeya bîrdozî ku di roja xwe ya 13. de berdewam dike, ciwan fêrî jiyana bi xwezayê re dibin. Her wiha ciwan di çarçoveya fikir û felsefeya Rêber APO de tên perwerdekirin.
Di bernameya perwerdeyê de taybet bal tê kişandin ser têkoşîn û fedekariya şehîdan, ku li dijî her cure teknîka pêşketî ya dewleta Tirk a dagirker bi fedekariyeke mezin bi li çiyayên azad şer kirin û gihiştin asta şehadetê.
Di mufredata êvarê de bi temaşekirina civîn û nirxandinên Rêberr APO yên salên 90’î yên bi kadroyên PKK’ê û gel re çêdibe, bi vi rengî ciwan ferî şêwaza jiyanê, tempo û ûsluba Rêber APO dibin.
Ev kampên perwerdeyê bi armanca birêxistinkirina ciwanan û bilindkirina hişmendiya li hemberî êrîşên kapîtalîzmê û şerê xwerêveberiyê di nava civakê de, dûrxistina wan ji jiyanê ya ji bo sîstemê û ya herî girîng jî perwerdekirin û amadekirina ciwanan bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî tê vekirin.
Hat diyarkirin ku dê di demên pêş de kampên bi vî rengî berdewam bikin.