NAVENDA NÛÇEYAN – 4’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 16 û 17’ê Tîrmehê li bajarê Heseke were li darxistin. Kongre ku berî mehek û nîv hat taloq kirin, wê niha bi diruşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” were lidarxistin. Ajansa Nûçe Ciwan bi berdevka giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Hisên û berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Cizîrê Brûsk Gabar derbarê kongre TCŞ, çarçove û girîngiya wê hevpeyvîn kir.
Ronahî Hisen, berdevka giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger
Kongre ku em ê li darbixin, demekî berî hat li darxistin lê ji ber hinek rewş ku hatin qewimandin hat taloqkirin. Emê dîsa kongreyê xwe li darbixin, di bin slogana “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe rêxistin bikin, dagirkeriyê têkbibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Li darxistina vê kongre pir girîng e di rewşa ku em niha tê de jiyan dikin de, bi taybet ber bi 19’ê Tîrmehê, salvegera dest pê kê avakirina şoreşa Rojava ê ku bi pêşengtiya gelek ciwanan hat kirin û heya niha jî bi pêşengtiya ciwanan berdewam dike. Kongreyê me wê 2 rojan berdewam bike. Roja yekem wê çandî be û gelek ciwanan ji hemû heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê tevlî bibin. Gelek hundermendan wê tê de hezir bibin, tevlî şahiyê roja yekemîn bibin. Roja duyemîn jî wê rewşa rêxistinî ê tevgera ciwanên şoreşger, kar ku hat meşandin wê were nîqaş kirin. Sekna ciwanan beramberî xeta Rêbertî, em wek ciwan çawa dikarin bibin bersiv li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo. Wê her ciwanekî, di dest pê kê em, bi rexnedayînekî pir mezin tevlî bibe. Ev rexnedayîn wê jî ji me re bibe soz ku em bikarin vê tecrîdê bişkînin, em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Ya duyemîn jî rola ciwanan di nava şerê gelê şoreşgerî de, rola ciwanan di komîn û meclîs heya hemû sazî ku em di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava dikin. Armanca me ne tenê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, li ser asta Sûriyê giştî ye. Ji ber erka me ye îro, wek ciwan, wek jinên ciwan, em çawa bikaribin xwe biparêzin. Ev kongre wê bibe bersiv, wê stratejiyekî berfireh û demdirêj ji bo kar û xebatên cûr bi cûr. Gelek nîqaş werin kirin. Li ser wê esasî emê kongreya xwe li darbixin. Em bangawaziya hemû ciwanan jî dikin, hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ên ku nikaribin tevlî kongre bibin jî, bişopînin ji bo ku nêrînên cuda tê de derbikevin û nîqaş werin kirin.”
Brûsk Gabar, berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Cizîrê
Emê 16 û 17’ê mehê kongreyê xwe li darbixin. Demekî berî me gotibû emê lidarbixin, hat taloq kirin. Kongreyê me di bin slogana “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe rêxistin bikin, dagirkeriyê têkbibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” de. Kongre me du roj in. Roja yekemîn çandî û hunerî, roja duyemîn kongreyê me giraniya xwe bide milê rêxistinî. Ji bo kêmasiyên ku me di karê du salên dawî de kir emê rexnedayîn bidin. Erk û mîsyona ciwanan li hemberî Serokatî çi ne, emê wan nîqaş bikin. Van rojan salvegera şoreşa Rojava ye, bangawaziya me ye ku hemû kes ku cihê xwe di vê şoreşê de negirt, cihê xwe bigirin û xwedî li vê şoreşê derkevin. Şoreşa ku bi xwîna 13 hezar şehîdan hat avdan. Şoreşa me berdewam e û emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.