NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê komîteya amadekar a 4’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê Mawa Tolhildan beşdarî bernameya Asoya Ciwan a Ronahî TV bû.
Mawa Tolhildan qala girîngiya vê kongre û lidarxistina wê di demekî ku salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê nêz dibe de.
Her wiha destnîşan kir ku xalên esasî yên karê Ciwanên Şoreşger tekoşîna li dijî êrîşên şerê taybet ên li ser ciwanan ku wan ji çand û exlaqa civaka xwe dûr dixin, parastina herêmê li hemberî hêzên dagirker û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne.
Mawa Tolhildan da diyar kirin ku di kongre hem bernameyên çandî û werzişî cih digirin, hem perspektîfên Rêber Apo werin xwendin, hem jî kar û xebatê tevgerê were nirxandin û biriyarên girîng werin girtin.
Di dawiyê de Mawa Tolhildan banga hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku xwedî li şoreşa 19’ê Tîrmehê, şehîdên wê û li fikirê Rêber Apo xwedî derkevin û helwestê xwe li hemberî dagirkeriyê nîşan bidin.