BEHDÎNAN- Gerîla TV dîmenê çalakiya ji bo bîranîna şehîdên 8’ê Tîrmehê lidar xistî weşand. Di dîmen de tê dîtin ku vînç a ku aîdê dewleta Tirk a dagirker e bi tememî hatiye îmha kirin.
HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabû:
8’ê Tîrmehê saet 16:20’an de 1 wesayiteke Vînç a dagirker a li herêma Berxwedanê ya Sergelê bû hedef û bi çekên giran hate gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 1 vînç hate rûxandin.