BEHDÎNAN- Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Herêma Geverê;
Di 11’ê Tîrmehê de maşîneke zirxî ya leşkerî ya li herêma Geliyê Oremarê diçû bû hedef û bi taktîka sabotajê hate gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û wesayîtek leşkerî hate rûxandin.
herêma Metîna;
11’ê Tîrmehê di navbera saet 13.00-16.17’an de di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûnên dijwar qewimîn. Dagirkerên ku xwestin li bejahiyê belav bibin, bi taktîkên sabotajê 3 caran gulebaran kirin. Hejmara rast a dagirkerên li vir hatin cezakirin û birîndarkirin nehat zelalkirin. Helîkopterên ku di saet 18.00’an de hewl dan xwe bigihînin cihê pevçûnê, ji sê aliyan ve hatin gulebarankirin.
Şeva 11’ê Tîrmehê hêzên me li herêma Berxwedana Serê Metîna çalakiyek bi helîkopteran pêk anîn.
12’ê Tîrmehê saet 07:30’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Dergelê dagirker bi taktîkeke sabotajê hatin gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
11’ê Tîrmehê saet 16:00’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî dagirkeran bi çekên navîn ên otomotîk hedef girtin û gulebaran kirin.
11’ê Tîrmehê saet 16:15’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
12’ê Tîrmehê saet 03:50’î de, dagirkerên herêma Berxwedana Girê Cûdî bûne hedef û bi çekên navîn ên otomatîk gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
12’ê Tîrmehê saet 18:00’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Cûdî çalakî li dar xistin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
11’ê Tîrmehê saet 09:40 û 14:10’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê, dagirker bi çekên navîn ên otomatîk hedef hatin girtin.
11’ê Tîrmehê saet 12:15 û 13:10’an de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Baharê bi çekên navîn ên otomotîk hedef girtin û gulebaran kirin.
11’ê Tîrmehê saet 23:00’an helîkopterên ku hewl didan li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Bahar dakevin, mudaxele hat kirin.
Di 11’ê Tîrmehê de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Baharê bi çekên navîn 5 guleyan hedef girtin. Di van çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de 2 çeper hatin derbkirin.
12’ê Tîrmehê saet di 05:15, 16:30 û 17:30’an de li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Baharê dagirkeran çalakî li dar xistin, bi çekên navîn ên otomatîk hatin hedefgirtin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
12’ê Tîrmehê hêzên me mudaxele li helîkopterên ku xwestin li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Bahar dakevin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe;
Di 11 û 12’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM 18 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexe hatine bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 10, 11 û 12’ê Tîrmehê de herêmên Şehîd Şerîf, Kolît, Kendekola, Girê Berbizinê yên herêmên Hefttebax 15 caran, herêma Berxwedana Şêlazê ya herêma Metîna 1 caran, herêma Berxwedana Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl Batî Zap 7 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 28 caran hatiye bombekirin.
Di 11 û 12’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê yên herêma Metîna û qada Şekîf a herêma Xakurkê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.”