ŞENGAL- Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidîxanê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana rojiya mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê şeva borî li parka El-Şuhade ya Şengalê fîlma 14’ê Tîrmehê hate temaşekirin. Fîlmê ku derhêneriya wê Haşim Aydemîr dike, li ser berxwedana rojiya mirinê ya ku di pêşengtiya Kemal û Xeyriyan ya li dijî cûntaya faşîst a di dema 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê pêk hatiye nîşan dide.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd ê welatparêz li dijî dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker bû destpêka nû ya têkoşîna ji bo vegerê.