ŞENGAL- Li gundê Dîgurê yê Şengalê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidîxanê ve turnuvaya voleybolê hat destpêkirin.
Turnuva ji bo bîranîna Vejîn Jiyan a di 27’ê Tîrmeha sala borî de li Rojava şehîd bû û Şehîd Sara Hogir Riha û Şehîd Bişeng Brûsk ên ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a dagirker de di 28’ê Tîrmehê li Herema Parastina Medyayê de şehîd bibûn, destpê kir. Turnuva ji aliyê ciwan û gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Di fînalê de tîma Xanesorê rûbirûyê tîma Smoqî bû. Di encama maçê de tîma Smoqî 3 û 0 bi ser ket.
Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidxan Milko bi van gotinên xwe nêrînên xwe yên der barê turnuvayê de anîn ziman. “Şehîd Vejîn Jiyan çend salan li vir xebitî. Dixwest ciwanan perwerde û bi rêxistin bike. Her wiha Şehîd Sara û Şehîd Bişeng pêşengên ciwanan bûn. Me ji bo bîranîna şehîdên xwe dest bi vê turnuvayê kir. Li ser vê bingehê em careke din wan bi bîr tînin.”
Milko di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aktiviteyên werzîşê yên bi vî rengî ji bo ciwanan û got, “Girîng e ku ciwan bi çalakiyên werzîşê hem ji aliyê ruhî û hem jî ji aliyê bedenî ve bi pêş bikevin. Bi vî awayî dema jiyaneke bi tendurist em li dijî polîtîkayên şerê taybet wek maddeyên hişbêr jî tekoşîn dikin. Her wiha aktiviteyên bi vî rengî jî me digihîne hev rexistibûyin ava dike.”