WAN- Endamên Meclisa Ciwanên Wanê yên Partiya DEM, ji bo bîranîna şehîdên rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê û şermezarkirina tecrîda li ser zindanan çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan bi pankarta “Bi ruhê 14’ê Tîrmehê Em’ê Tecrîdê Bişkînin” meşiyan û bal kişandin ser şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêber APO.
Di çalakiyê de ciwanan bê navber siloganên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Zindana” û “Bijî Serok APO” berz kirin.